Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin 2023-05-02 19:50:08   AMED - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar diyar kir ku ji bo atmosfereke demokratîk, divê tecrîda Îmraliyê bê rakirin.    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Sûrê ya Amedê li otelekê bi xebatkarên çapemeniyê re kom bûn. Namzetên parlamenteriyê Ceylan Akça, Sevîlay Çelênk, Halîde Turkoglû, Cengîz Çandar, Serhat Eren, Mehmet Emîn Aktar û Samet Menguç û berdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tev li civînê bûn.   Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy ku destpêkê axivî, got: “Li dijî êrîş û zextên bi her awayî, em her roj li qad, kuçe, mal, sûk û bazaran in. Hemû astengiyan bi avê de dibin û bi hêza gel têkoşîna xwe geş dikin.”   ‘MEDYAYA KURD HER DEM DI BIN ZEXT Û ZILMÊ DE XEBITIYE’   Bi pişt re namzeta parlamenteriyê Sevîlay Çelenk axivî. Çelenk, 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî, bal kişand ser êrîşên li dijî çapemeniyê û got: “Di nav sed salan de nêzîkê 100 rojnamevan hatine qetilkirin. Medyaya Kurd her tim di bin zext û zilmê de xebitiye. Ev pêvajo di serdema AKP’ê de jî dewam kir. Desthilata AKP’ê her ku fersendê dibîne, diçe bi ser medyaya Kurd de.”   ‘EV HILBIJARTIN JI BO AZADIYA ÇAPEMENIYÊ JÎ DÎROKÎ NE’   Namzet Cengîz Çandar ku piştî Sevîlay Çelenkê axivî, wiha got: “Abdûrrahman Gok jî hat girtin. Li Tirkiyeyê, ez jî di nav de kesekê wek wî ku serwerê ziman û pîşeya xwe be nîn e. Lê ew niha girtî ye. Wateyeke vê ya taybet û sembolîk jî heye. Ji girtina rojnamevanekê ewqas têr û tije ku du hefte ji hilbijartinê re mane, diyar dibe ku ev rejîm li kurdan çawa dinihêre, hişmendiya berpêyî azadiyê li Tirkiyeyê çawa ye.”   ‘DIVÊ MIROV RABE SER PÊYAN’   Çandar da xuyakirin ku ev hilbijartin ji bo azadiya çapemeniya li Tirkiyeyê jî dîrokî ne û bi domdarî wiha got: “Ji bo hevalên me yên girtî azad bibin û karê xwe bi serbestî bikin ev hilbijartin fersendeke giring e. Kî ku li vir destgîr bibe, divê Stenbol û Enqere rabibin ser pêyan.”   TECRÎDA ÎMRALIYÊ   Çandar li ser pirsa rojnamevanan a têkildarê pirsgirêka kurd, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Du sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Ev pêkanîna antîdemokratîk, lûtkeya karaktera rejîma Tirkiyeyê ye. Welêt ku ji vê rejîmê rizgar bibe, wê ber bi demokratîkbûnê ve biçe. Tiştê pêşîn ê kirinê ku divê em jî li ser bisekinin, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê atmosfereke demokratîk û aştiya civakî bên çêkirin. Rêya wê jî rakirina tecrîda li Îmraliyê ye.”