Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike 2023-05-02 20:00:26   ŞIRNEX - Partiya Çepên Kesk bi girseyî gel vexwand mîtîngê ku dê di 9'ê Gulanê de li Cizîrê bê lidarxistin.    Partiya Çepên Kesk dê di 9'Ê Gulanê de bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ê yên Şirnexê bi dirûşmeya “Dîsa Em” li qada Newrozê ya Cizîrê mitîngeke bi girseyî li dar bixe. Partiyê ji niha ve li bajêr dest bi xebatên ji bo mîtîngê kirin.    Di çarçoveya xebatên mitîngê de Partiya Çepên Kesk tevî namzeta Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan û rêveberên Partiya Çepên Kesk a bajêr û HDP’ê bi karwanî çû navenda navçeyê gel vexwand mîtîngê.    Gel bi coşeke mezin karwana partiyê pêşwazî kir. Piştre girse li ber avahiya Partiya Çepên Kesk a Cizîrê kom bû. Li vir namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan axivî. Doganê gel vexwend mitîngê û ji gel xwest ku di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan.