ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-03 09:00:08   * Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Manîsayê Habîp Eksîk anî ziman ku ew ê herî kêm parlementerekî ji Manîsayê bişînin meclisê û got ku ew ê tevî gelan dawî li rejîma yekzilamî bînin.    * Tevî ku bi ser erdhejê re nezî 3 meh derbas bûne jî mexdûrên erdhejê hê di konbajaran de dijîn û li benda konteyniran in. Mexdûrên erdhejê ku li navenda Semsûrê di konbajaran de dimînin diyar kirin ku konên wan dema baran dibare di nav avê de dimîne û daxwaza konteyneran kirin.    * Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Ozturk Turkdogan diyar kir ku di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de hemû rê ber bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve diçin û wiha got: “Heke hûn bixwazin di mijara çareserkirina pirsgirêkê de gavekî biavêjin, hûn neçarin ku mekanîzmayên hevdîtinê ava bikin.”   * Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan diyar kir ku ne Tifaqa Cumhur ne jî Tifaqa Millet nikarin ji daxwazên elewiyan re bibin bersiv û got: “Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e.”    * Jinên ku li Bedlîsê li dora yekane namzeta jin a Partiya Çepên Keskî Çaglar Gokalp bûn xelek wiha gotin: “Em ê bi hêza xwe di 14’ê Gulanê de AKP’ê û pergala wê biguherînin.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 772'yemîn de berdewam bike.    * Doza endamên GOÇÎZDER ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tên darizandin dê li eywana dadgeha Kampûsa Girtîgeha Sîlîvriyê bê lidarxistin. (10.00)   * RSF dê bi wesîleya 3'ê Gulanê Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê li bi mijara "Endeksa Azadiya Çapemeniyê 2023" dê li Beyoglûyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.00)    * Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Cîhanê ya Azadiya Çapemeniyê dê li ber Dadgeha Amedê daxuyanî bide. (13.00)   * Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li navçeya Xinûsa Erziromê hevdîtina gel, bi beşdariya Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin li Denîzliyê mitîng bê lidarxistin. (10.00, 16.30)   * Partiya Çepên Kesk dê li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne. (10.00-19.00)