Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin 2023-05-03 09:00:45   MANÎSA - Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Manîsayê Habîp Eksîk anî ziman ku ew ê herî kêm parlamenterekî ji Manîsayê bişînin meclisê û got ku ew ê tevî gelan dawî li rejîma yekzilamî bînin.    Partiya Çepên Kesk, ji bo herî kêm 100 parlamenterî bişîne meclisê xebatên xwe yên hilbijartinên 14'ê Gulanê bênavber didomîne. Partiya Çepên Kesk ku hewl dide ji Herêma Egeyê temsîliyeteke xurt bişîne meclisê, li herêmê mal bi mal digere û behsa beyannameya xwe ya hilbijartinê dike.    Habîp Eksîk   'GEL DÊ BERSIVÊ BIDIN'   Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Manîsayê Habîp Eksîk, têkildarî xebatên hilbijartinê yên li herêmê axivî. Eksîk bilêv kir ku dê hilbijartinên 14'ê Gulanê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bikin û got ku dê di vê hilbijartinê de tevî gelan dawî li rejîma yekzilamî bînin. Eksîk wiha axivî: "Gelê me dê bi xwedîderketina li Partiya Çepên Kesk, bersivê bide. Em ê jî li meclisê bi awayekî herî xurt dengê gel ragihînin."    PIRSGIRÊKÊN MANÎSAYÊ   Eksîk destnîşan kir ku Manîsa baxçeyê gelan e û wiha domand: "Em li Manîsayê dibînin ku mirov dixwazin bi hev re bijîn. Em bi rojan e li vir dixebitin. Gel dibêjin 'êdî bes e.' Kurd, tirk, laz, çerkez, terekeme, erebe hemû gel dibînin ku kêr gihîştiye hestî. Dibînin ku êdî desthilata faşîst a AKP-MHP'ê nikare tiştekî bide gel. Li Manîsayê texrîbateke mezin hatiye kirin. Deşteke wê ya mezin heye, lê gelê Manîsayê mehkûmî xizanî û betaliyê hatiye kirin. Xwezaya wê hatiye qetilkirin."    Eksîk destnîşan kir ku li Manîsayê gel wan wekî "temînata aştî, wekhevî û biratiyê" dibînin û wiha domand: "Em ê jî bi Partiya Çepên Kesk re vîna gelan û gotina wan bibin meclisê û xwedî lê derkevin."    ‘EM Ê LI MANÎSAYÊ SUPRÎZÊ BIKIN'   Eksîk bibîr xist ku gelek kurd ji ber zextên dewletê hatine Manîsayê û wiha pê de çû: "Kurd, dê di vê hilbijartinê jiyana bi hev re rê hemû gelan bidin. Ji bo vê jî, her kes ji dil û can daxilî nava xebatên hilbijartinê dibe. Li Manîsayê dîmeneke pir xweşik heye. Em di vê serdemê de armanc dikin ku ne yek, divê em ji yekî zêdetir parlamenteran ji Manîsayê bişînin meclisê."    Eksîk anî ziman ku divê gel li dor Partiya Çepên Kesk bibin yek û got ku dê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de hesabê karesata Somayê ji desthilatê bipirsin.    Eksîk di dawiyê de bang li her kesî kir ku Xwedî li Tifaqa Ked û Azadiyê derkevin û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    MA / Delal Akyuz