Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e 2023-05-03 09:52:28   DÊRSIM - Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan diyar kir ku ne Tifaqa Cumhur ne jî Tifaqa Millet nikarin ji daxwazên elewiyan re bibin bersiv û got: “Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e.”    Ji hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteran ên 14’ê Gulanê re 11 roj man. Partiyên siyasî ji bo xwe bigihînn hemû aliyan hin polîtîkayan dikin. Lê partiya herî zêde ku bawerî û civakan di nav xwe de dihewîne Partiya Çepên Kesk e û bi beyannameya xwe viya radixe ber çavan û di mijara bîr û baweriyan de girîngiyê dide bawerî û netewên cuda. Ev yek jî ji bo bawerû û netewên cuda dibe hêvî.    Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan helwesta Tifaqa Cumhur û Tifaqa Millet a li dijî elewiyan rexne kir û got: “Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e.”    Kadriye Dogan   ‘TIŞTÊN NEXWEŞ JI ME ELEWIYAN RE TÊN GOTIN’   Dogan êriş û gotinên li dijî elewiyan nirxand û wiha got: “Mînaka vê yekê ya herî nêz dema namzetiya serokkomariyê ya Kemal Kiliçdaroglû hat eşkerekirin, derket holê. Gelek hat belavkirin ku Kiliçdaroglû elewî ye û gotin ‘bi wê nasnameyê nabe’. Heta ji aliyê serokkomar ve ev yek hat destnîşankirin. Em dizanin li dijî me elewiyan gotinên nexweş tên kirin. Gotinên tên kirin, me dişikînin.”    ’21 SAL E HELWESTA LI SER ME NEGUHERÎ YE’    Dogan diyar kir ku hesasiyeta elewiyan li ber çavan nayê girtin û wiha axivî: “Dema elewî tiştek tînin ziman dibêjin, ‘li hesasiyeta civakê baldar bin’. Lê gelo çima tu demê hesasiyeta civaka elewî li ber çavan nayê girtin. Halbûkî rûyê ronahî yê civakê elewî ne. Elewî dilê kesî nahêlin û kesî cihê nakin. Lê elewî bi xwe bicihêkariyê re rûbirû dimînin. Lê mixabin di van 21 salan de îktidarê her cure cihêkariyê li dijî elewiyan kir û anî ziman.”    ‘TIFAQA CUMHUR Û MILLET ME NAS NAKE’    Dogan hem Tifaqa Cumhur hem jî Tifaqa Millet rexne kir û wiha got: “Tişta ku di 21 salan de îktidarê û di sed salê Komarê de da me elewiyan nenasîn e. Îktidar dixwaze elewiyên xwe biafirîne û nirxên me desteser bike. Helwesta îktidarê ev e. Li kêleka vê dema em li Tifaqa Millet dinêrin, em li Tifaqa Millet dinêrin, em dibînin ku tu projeyek wan têkildarî elewiyan nîne. Tu beyanek wan biçûk jî ji bo elewiyan tune ye. Dema ew werin jî dê bi resorasyona Komarê ya sed salî re mijûl bibin. Di vê restorasyonê de me heta îro çi dîtibe, em ê siberojê jî heman tiştî bibînin.”    ‘DILÊ ME BI PARTIYA ÇEPÊN KESK RE YE’    Dogan anî ziman ku ne Tifaqa Cumhur ne jî Tifaqa Millet nikarin bersiva daxwazên elewiyan bidin û got: “Beyannameya Partiya Çepên Kesk ji bo hemwelatiya azad a elewiyan heye. Yên ku daxwazên me bibîne, ji bo me gelek bi nirx e. Çav, hiş û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e. Dilê me aliyê Partiya Çepên Kesk dike. Helwesta me ji bo Partiya Çepên Kesk e. Em lêgerîna azadî û demokrasiyê ya Tifaq Ked û Azadiyê paralelî lêgerîna me ye.”    MA / Eylem Akdag