RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye 2023-05-03 10:39:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2023’yan a ji aliyê RSF'ê ve hat weşandin, Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 165’emîn de cih digire. RSF’ê rewşa azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê jî weke “gelek xerab” penase kir.      Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2023’yan weşand. Li gorî endekse Tirkiye di nava 180 welatan di rêza 165’an de cih girt. Ji nota kêm a Tirkiyeyê re “zêdekirina zextên li ser rojnamevanan” , “bi taybetî jî girtina komî ya rojnamevanên kurd” û “fakatorên civakî yên ku azadiya medyayê tehdît dikin” weke hincet hatin nîşandan.    Tirkiyeya ku di sala 2022’yan de di rêza 149’emîn de cih digirt 16 rêzan paşket û bû yek ji welatên ku herî zêde di endekse de gelek zêde paş ket. Di çarçoveya endeksê de, rewşa azadiya çapemeniyê li 31 welatan “gelek xerab” , li 42 welatan “xerab” , li 55 welatan “bi pirsgirêk” û li 52 welatan jî “gelek baş” an jî “baş” tê kategorîzekirin. Tirkiye di vê çarçoveyê de ji kategoriya “bi pirsgirêk” kete kategotiya “gelek xerab”.    BÊÎSTÎKRARÎ   Sekreterê Giştî yê RSF’ê Christophe Deloire, têkildarî endeksê daxuyanî da û ev tişt gotin: “Di rêzê de paşketin û pêşketinên girîng hene. Mînak Brezilya 18 rêzan pêş ket an jî Senegal 31 rêzan paş ket. Guhertinên ku em ne li bendê ne çêdibin. Ev bêîstikrarî dibe sedem ku di hikumetên gelek welatan de helwesta agresîf zêde bibe û dijminahiya li hemberî rojnamegeran a di tevnên civakî û qada fîzîkî de tê dîtin.”