Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin 2023-05-03 11:12:49   ŞIRNEX - Polîsan îro di danê sibehê de li navçeya Silopiyayê bi ser gelek malan de girtin û gelek ciwan hatin binçavkirin.    Polîsan îro di danê sibehê de li taxên Barbaros, Cumhuriyet û Nûrê yên navçeya Silopiya ya Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de ciwanên bi navên Mehmet Deger, Ridvan Deger, Ozcam Kartuş, Umut Ozbek û gelek kesên ku navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê.    Nehat zanîn bê ka ciwan bi kîjan sedemê hatine binçavkirin.