Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve 2023-05-03 12:02:58   ERZIROM - Partiya Çepên Kesk li Xinûsê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mitîngê de axivî, bal kişand ser bavê ku hestiyên kurê xwe di tûrekî de hilgirtin û wiha got: “Ji bo ku ev zilm bi dawî bibe, xelkê Erziromê ji bo heqê apê Alî Riza dê xwedî vîna xwe derkeve.”    Partiya Çepên Kesk li navçeya Xinûs a Erziromê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng li dar xist. Gelek kesên ji navenda Erziromê û navçeyên Qereyazî, Tatos û Qereçobanê jî tev li mitîngê bûn. Mitîng, li Qada Cumhuriyetê hate lidarxistin û gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê ser kevin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Mitîng, bi stranên hunermendên herêmî dest pê kir. Bi hezaran kesan heta demekî dirêj li ber stranan xelekên govendê gerandin.    BEŞTAŞ LI SER TELEFONÊ TEV LI BÛ   Mitîng, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî Hevserokê HDP’a Erziromê Muammet Duman û namzetên Partiya Çepên Kesk girse silav kirin. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş jî li ser telefonê bi zindî tev li mitîngê bû. Beştaş, di axaftina xwe de wiha got: “Girseya kom bûyî ji me re dibêje ku Erziromê biryara xwe daye. Erzirom, êdî ji dijminatiya li kurdan û înkarê re dibêje ‘na.’ Em ê dengê Erziromê li temamiya Tirkiyeyê belav bikin û vîna gelê me nîşan bidin. Em ê vî bajarî bi hev re biguherînin.”    SAKIK: EM Ê TECRÎDÊ TÊK BIBIN   Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik jî di mitîngê de ev tişt anî ziman: “Piştrast bin ku em ê bikarin ji vir 3 parlamenteran jî derxînin. Em ê ji Xarpêt û Meletiyê jî parlamenteran derxînin. Em ji bo azadiyê li qadan e. Em ê deriyê tecrîda li Îmraliyê bişikînin. Di serî de hevalên me yên di girtîgehan de, dê bi dehhezaran hevalên me azad bibin. Gelê kurd êdî li ser vê xakê şer, pevçûn û rageşiyê naxwazin. Kurd, muzakereyê dixwazin. Em dixwazin rewşeke wisa biafairînin ku êdî kurd, tirk û tu kes nemire.”    BULDAN: EM Ê BI 100 PARLAMENTERAN BIKEVIN MECLISÊ   Piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî. Buldan, got ku li her deverê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku weke Partiya Çepên Kesk em ê guherîn, veguherîn, edalet, aştî, aramî û refahê li her devera Tirkiyeyê belav bikin. Em ê bi hejmareke zêde bikevin meclisê. Êdî Partiya Çepên Kesk di wê astê de ye ku bi 100 parlamenteran bikeve meclisê. Ji ber ku ev rewş vê nîşan dide. Bi jin, ciwan, kal û pîr, bi tirk, kurd, elewî û sûniyên xwe, hemû kesên rastî cihêkariyê tên, yên rastî tundî û zextê tên biryara xwe dane. Dê Partiya Çepên Kesk bi ser 100 parlamenteran re bişîne meclisê.    EM Ê TIFAQA ZILMÊ DI SINDOQÊ DE BIHÊLIN   Her devera em diçinê dibêjin ku dengek ji bo Partiya Çepên Kesk, dengek jî ji bo têkbirina faşîzmê. Ji ber ku kesên li vî welatî faşîzmê têxin meriyetê diyar in. Yên ku kurdan înkar dikin, yên mafê hemwelatiya wekhev a elewiyan binpê dikin diyar in. Yên ku cînayetên jinan, yên tundiyê li jinan dikin û yên zextê li jinan dikin diyar in. Îktîdarek li pêşberî me heye ku keda jinan dixwe, pêşeroja ciwanan û xeyalên wan têk dibe. Em ê vê tifaqa zilmê ya AKP-MHP’ê ya 21 sal in didome, di 14’ê Gulanê de hilweşînin. Em dizanin ku gelemperiya ciwanên li vê derê bêkar in. Ciwanên vê derê ji bo peydakirina kar diçin bajarên rojava. Ciwanên Xinûs, Tatos, Qereçoban û Qereyaziyê nikarin li ser xaka xwe kar peyda bikin. Lewma ji bo debara xwe diçin rojava. Gelo ma xelkê Erziromê vê heq dike? Hevalên min ên erziromî; hûn vê heq nakin. Ji bo guherandina jiyana ku îktîdara AKP’ê hêjayî ciwanan dibîne, divê em di 14’ê Gulanê de AKP’ê li Erziromê bikin partiya tabelayê. Ev yek peywira rêhevalên min e.   REZERVA ESASÎ DI BIN WÊ QESRÊ DE YE   Dibe ku navê wê Partiya Edalet û Pêşketinê be lê bi vê nexapin. Em dizanin ku hemû bêedaletî vê partiya navê edaletê li xwe kirye anîne. Di navê wê de pêşketin heye lê tenê Çeteyan 5’an û alîgirên xwe pêş dixe. Bi xema wê nîne bê ka xelkê Erziromê çi dijî û çi difikire. Xelkê Erziromê ji pacên qesrê xuya nake. Di hemû serdemên hilbijartinan de bi derewên nû derdikevin pêşberî gel û ji gelên Tirkiyeyê deng dixwazin. Niha jî derewan dikin û dibêjin li Cûdî petrol dîtine. Vê jî weke sozeke derew pêşkeşî gel dikin. Hûn dizanin rezerva esasî li ku ye? Di bin wê qesrê de ye. Çavkanî di esasê xwe de di bin wê qesra bi milyar dolaran hatiye çêkirin de ye. Dê di 14’ê Gulanê de ampûlên wê qesrê vemirin.    HÛN VÊ XIZANTIYÊ HEQ NAKIN   Em dizanin ku esnaf, karker û cotkar heta qirikê ketine nava deynan. Esnafên Xinûsê heta êvarê hêj sîfteh nekirî vedigere mala xwe. Hemû kes deyndar kirin, deyndarî xwe kirin û ji bo kesên li banqeyên dewletê dinihêrin deyndar kirin. Ji ber barê deynan, xelkê berê xwe da qertên krediyê. Welatekî bifikirin ku xizanî û hejarî dibe para gel û çavkanî dibin para wan. Ne hûn û ne jî em vê şêweya jiyanê heq nakin. Ji bo gelê me di nava edalet, aştî, aramî û refahê de bijî em derketin rê. Meşa didome. Gotin, biryar, mohr ya we ye, Partiya Çepên Kesk a we ye. Dê xelkê Erziromê xwedî li namzet û partiya xwe derkeve. Ji bo Erziromê parlamenterek tenê bes nake. Gavek berê hevalên me yên namzet li ser dikê bûn. Hûn tevekan jî nas dikin. Ji bo ku hejmareke zêdetir a nûneran li vî bajarî biçe meclisê, divê hûn bêhtir bixebitin û ev yek berpirsyartiya we ye.    ERZIROM DÊ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE   Hem baweriya min bi we tê hem jî ji we biewle me. Dizanim ku hûn dê bi ser kevin. Hûn dê mizgîniya herî xweşik bidin me. Heke em xemsariyê bikin û qadan vala bihêin, dê hin kesên din van valahiyan dagirin. Divê bi jin, ciwan, kal û pîran em tevek bi şev û roj bixebitin, li hemû deriyan bixin, bi her destî bigirin û wan qaneh bikin. Em ê Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin. Ji bo ku ev zilm, ev barbarî, ev rejîma yekzilamî bi dawî be, ji bo heqê apê Alî Riza (Cenazeyê kurê wî Hakan Arslan ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû di tûrekî de jê re hatibû radestkirin), dê xelkê Erziromê xwedî li vîna xwe derkeve. Ev zilm ne tenê li apê Alî Riza hate kirin, ev zilm li temamiya gelê kurd hate kirin. Ya ku ji serdema Şêx Seîd heta niha li zarok û neviyên wan tê kirin, zilm e. Ev welat êdî xwedî wê hêzê ye ku ji zilm, zext, tundî, şer û pevçûnan re bibêje bes e. Lewma tercîha we pir girîng e. Hûn dê yan tarîtî, polîtîkayên şer û faşîzmê hilbijêrin an jî ronahî polîtîkayên aştiyê û demokrasiyê hilbijêrin. Lê ez di wê baweriyê de me ku dê li tevahiya Tirkiyeyê bayê aştiyê bigere, bayê demokrasiyê bigere û dê ev ba li parlamentoyê bi cih bibe.”    Mitîng, bi guhdarîkirina stranên Dengbêj Xalîdeyê bi dawî bû.