Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin 2023-05-03 12:35:40   EDENE - Li navçeya Ceyhanê polîsan bi ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin.    Li navçeya Ceyhan a Edeneyê polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Polîsan Abdulhekîm Aslan û Ramazan Bahadir di nav de gelek kes binçavkirin. Kesên ku hinceta binçavkirina wan nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.