Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin 2023-05-03 15:54:28   RIHA - Cenazeyê Vakkas Tumen ê di pêvajoya qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan radestî malabata wî hate kirin.    Cenazeyê Vakkas Tumen ê di pêvajoya qedexeya derketina derve ya di navbera salên 2015’an û 2016’an de li navçeya Nîsêbîna Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan radestî malabata wî hate kirin. Cenazeyê Tumen ê di gulana 2016’an de jiyana xwe ji dest dabû li goristana bêkesan a li Amedê hatibû veşartin. Polîsên ku malbata Tumen geriyan, agahdarkirin ku dikarin cenaze bigirin. Malbata Tumen, li ser vê yekê çû Amedê û cenazeyê lawê xwe wergirt.    Hate hînbûn ku cenazeyê Tumen dê li gundê Ayran ê navçeya Bêrecûk a Rihayê were veşartin.