ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin 2023-05-03 16:11:23   ENQERE - Hevseroka Şaxa ÇGD’a Enqereyê Demet Aran diyar kir ku operasyonên li Amedê dest pê kirin û li tevahiya Tirkiyeyê tên domandin, gefeke li dijî rojnamegeran e û wiha got: “Em ê li cem hevalên xwe bin ku ji ber rojnamegeriyê hedef hatine girtin.”    Di encama operasyonên navendên wan Amed û Enqereyê yên di 11 mehan de 34 rojnameger bi tawanbariya kar û barên rojnamegeriyê hatin girtin. Di encama operasyona hefteya dawî de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz, nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, nûçegihanê MA’yê Mehmet Şah Oruç û rojnameger Remzî Akkaya Mîkaîl Barût bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    ‘DARAZÊ DIKIN AMÛRA OPERASYONÊN SIYASÎ’   Hevseroka Giştî ya Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) Can Guleryuzlu operasyonên girtin û binçavkirinê yên li dijî rojnamegeran nirxand û wiha got: “Saziyên çapemeniyê yên giraniya mijara xwe didin ser nûçeyên têkildarî pirsgirêka kurd û rojnamegerên kurd ji berê ve rastî zextekî giran tên. Di vê pêvajoyê de jî bi awayekî komî hedef tên girtin. Sedema wê jî hilbijartinên 14’ê Gulanê ne. Hêzên ewlekariyê û meqamên darazê mixabin ne weke parçeyeke dewletê lê weke dûvika îktîdarê tevdigerin. Lewma ji bo van operasyonên siyasî tên bikaranîn. Ji pirsên di dema binçavkirin û girtinê de ji rojnamegeran hatine kirin tê dîtin ku dixwazin pêşî li ber çêkirina nûçeyan a di hinek mijaran de û yên çêdikin jî tên sûcdarkirin. Pir eşkereye ku di serî de AKP, Tifaqa Cumhur ji bo hilbijartin di rewşeke azad de derbas nebin dê zexta xwe girantir bikin. Lê çawa ku di demên berê de ji van operasyonan encamek nehatibe bidestxistin, dê niha jî nekarin jê bigirin.”    ‘AKP’Ê HERÎ ZÊDE QADA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ WÊRAN KIR’    Bi domarî Guleryuzlu bi bîr xist ku li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de 16 rêzan li paş ketiye û di nava 180 welatan de di rêza 165’an de ye. Guleryuz, axaftina xwe wiha domand: “Ev zextên heyî, yekser bandorê li vê paşketinê dikin. Hem hejmara rojnamegerên girtî zêde dibe hem jî ji ber dosyayên her roj tên vekirin, paş dikeve. Yek ji hêmayên bingehîn ên civakên demokratîk; azadiya fikr û xweîfadekirinê û azadiya çapemeniyê ye. Li cihekê ku rexne lê neyê kirin, hesab neyê dayîn, her tim rêveberiyên otorîter û zextker pêş dikevin. AKP’ê di dema îktîdara xwe de herî zêde azadiya çapemeniyê wêran kir.”    AZADIYA AGAHÎGIRTINÊ YA GEL   Seroka Şaxa ÇGD’ê ya Enqereyê Demet Aran jî îktîdar hewl dide rewabûna xwe ya di asta gel de winda kirî hewl dide di dema hilbijartinê de bi rêya zextê dîsa ava bike û wiha pê de çû: “Yek ji saziyên ku ev sepan yekser hedef digirin jî pîşeya rojnamegeriyê ye. Îktîdara AKP’ê şûrê xwe li ser serê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê, RTUK û saziyên din dihejîne. Jixwe Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de sal bi sal paş dikeve. Ev yek pir tiştan nîşan dide. Operasyonên di bin navê ‘terorê’ de dike, herî zêde gefê li mafê agahîgirtinê yên gel dixwe.”    ‘GEFEKE LI DIJÎ ROJNAMEGERAN E’   Aran, axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdar; bi operasyonên navendên wan Amed û Enqereyê ku piştre li tevahiya Tirkiyeyê belav bûn re rojnamegerên nûçeyan bi gel re parve dikin û li pey rastiyê digerin hedef girt. Operasyonan bi taybet jî li ser rojnamegerên kurd dikin û bi vê yekê re dixwazin di nava beşekê civakê de hişeke ‘ji ber xebatên rojnamegeriyê nehatine girtin’ ava bikin. Dixwazin bi vî awayî binpêkirinên li dijî rojnamegerî û mafê agahîgirtinê veşêrin. Divê hemû rêxistinên pîşeyî û sendîka li dijî vê dengê xwe derxînin. Ev operasyon, gefeke li dijî hemû rojnamegeran e. Em ê li cem hevalên xwe bin ku ji ber karê rojnamegeriyê hatine girtin. Banga min ji bo her kesî ew e ku li dijî vê rewşa êdî bo Tirkiyeyê veguheriye şermekê dengê xwe derxînin.”    MA / Yusra Batihan