Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e 2023-05-03 17:01:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KCKD’ê û namzetê Partiya Çepên Kesk Berdan Ozturk diyar kir ku Ocalan îradeya bi milyonan kesî ye û got: “Tecrîdkirina Ocalan di heman demê de tecrîdkirina jiyana bi rûmet û demokrasiyê ye.”    Namzetên Parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê li navenda Amedê, gundan û navçeyan xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomînin. Hevserokê Kongreya Demokratîk (KCD) û namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk û şandeya li gel xwe serdana navçeya Hênê kir û li dikandaran geriya û bi gel re civiya.    Şande bi konvoyê ji aliyê şêniyên navçeyê ve hat pêşwazîkirin û xelkê kêfxweşiya xwe nîşan da û dirûşm berz kirin. Ozturk û şandeya li gel xwe serdana dikandaran kirin û paşê li qahwexaneyek bi gel re civiya.   Di civîna gel de namzetê Amedê Samet Menguç ewilî axivî û bal kişand ser komkujiyên li ser kurdan pêk hatine û hê jî tê xwestin kurdan qir bikin.    ÊRIŞÊN LI SER KURDAN   Hevserokê KCD’ê û namzet Berdan Ozturk jî bal kişand ser zextên 8 sal in li dijî gelê kurd pêk tên û got: “Li çar parçeyên Kurdistanê li dijî kurdan êrişên tunekirinê hene. Dixwazin ku kurd serê xwe bitewînin. Kurdên sertewandî dixwazin. Kurdên bêîrade dixwazin. Le ev ne mimkûn e.”   'OCALAN ÎRADEYA BI MILYONAN E’    Ozturk bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 2 sal in agahî jê nayê girtin û wiha got: “Birêz Ocalan pêvajoyek da destpêkirin, di wê pêvajoyê de pozê kesekî jî xwîn nebû. Kurd şer naxwazin. Kurd dixwazin li ser axa xwe biz iman û çand û nasnameya xwe bijîn. Peymana Dolmbahçeyê xera kirin. Di 5’ê nîsana 2015’an de tecrîda girankirî danîn ser birêz Ocalan. Di heman demê de şerek dijwar dan destpêkirin. Lê wê ev tecrîd û şerê wan bi ser nekeve û negihîje encamê.  Birêz Ocalan îradeya bi milyonan kesî ye. Tecrîdkirina Ocalan di heman demê de tecrîdkirina jiyana birûmet û demokrasiyê ye.”   Ozturk xwest her kes li dijî faşîzmê hişyar be û dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk û Kemal Kiliçdaroglû.    PASÛR    Namzetên Amedê Adalet Kaya û Serhat Eren jî bi şandeyekê çûn navçeya Pasûra Amedê û serdana dikandaran kirin. Namzet tev li hevdîtina bi gel re bûn. Her wiha namzetan belavokên beyananameya partiya xwe li xelkê belav kirin.    ENQERE    Namzetê parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Heram 1’emîn ên Enqereyê jî li Guvenparkê standa hilbijartinê vekirin. Ciwanan û jinan bi baldarî li ber standê kom bûn. Turîstên biyanî jî hatin ber standê û agahî wergirtin. Welatiyan da zanîn ku ew ê dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.