Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan 2023-05-03 18:00:58 DENÎZLÎ - Parlementerê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan ku li Denîzliyê xîtabî gel kir, got: "Tirsê xwe li qesrê girtiye. 10 roj şûn de dê biçin. Abbas rêwî ye, oxir be Erdogan."    Partiya Çepên Kesk, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne. Partiya Çepên Kesk îro li Qada Newrozê ya Esentepeyê ya li navçeya MErkezefendî ya Denîzliyê bi gel re civiya. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Endama Desteya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîana Gozen û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Garo Paylan tevlî hevdîtinê bûn.    Qad bi alayên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin. Bi sedan welatî li qadê kom bûn. Di dema hevdîtinê de dirûşme hatin berzkirin û govend hat gerandin. Hevdîtin veguherî mîtîngê.    Piştî deqeyek rêzgirtinê, namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Denîzliyê hatin nasandin.    'EM Ê DI 14'Ê GULANÊ DE DÎROKÊ BINIVÎSIN'   Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Denîzliyê û Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Abdûllah Koç, destnîşan kir ku ew ê di 14'ê Gulanê de dîrokê binivîsin û got ku vê desthilatê mirov mehkûmî birçîbûnê kirine, lê ew ê tu carî li ber tahdeya wan û êrişê wan serî netewînin.   Di dema axaftina Koç de, dirûşmeya "Çepên Kesk gel e, gel li vir e" hat berzkirin.    Paşê Endama Desteya Berdevkan a TOP'ê Julîana Gozen axivî. Gozenê jî destnîşan kir ku ew ê desthilata faşîst a AKP-MHP'ê di sindoqan de bifetisînin û got ku desthilat ji gel dixwaze xw eheqê xwe helal bikin, lê wê ev gel heqê xw eli we helal neke û wê hesab bipirse.    Paşê jî Parlementerê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan axivî. Paylan got: "Mizgîn li we Manîsa, Bûrsa, Aydin parlementeran dişîne meclisê. Ma çi yê Denîzliyê ji wan kêm e? Ger em vî 11 rojî bi şev û biroj bixebitin, em ê Abdullah Koç bişînin Enqereyê. Li her derê welêt atmosfera 7'ê Hezîrana 2015'an heye. Tirsê xwe li qesrê girtiye. 10 roj şûn de dê biçin. Abbas rêwî ye, oxir be Erdogan."    Herî dawî Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin axivî. Akin jî bal kişand ser rojnamevanên girtî û got: "Di demên dawî de hevalên me yên rojnamevan binçavkirin û girtin. Em ji vir bang li wan dikin. Hindik ma, em ê vê rejîma qesrê bişînin."    Akin, îşaret bi gel kir û got ku heya ev vîna gel hebe ew ê her tim bihêvî bin û bi ser bikevin.    Hevdîtina gel, piştî axaftinan bi govendgerandinê bi dawî bû.