Soylû sûc xist stuyê Erdogan 2023-05-03 18:17:15   NAVENDA NÛÇEYAN –  Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, behsa dema tayinkirina qeyûman ên li şûna hevşaredarên HDP'î kir û sûc xist stuyê Erdogan.    Wezîrê Karên Navxweyî û namzetê parlementeriyê yê AKP'ê yê Stenbolê Suleyman Soylû, li Şîşliyê bi saziyên civaka sivîl re civiya.    Soylû, di bernameyê de behsa dema tayinkirina qeyûman ên li şûna hevşaredarên HDP'î kir û sûc xist stuyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan. Soylû daxuyand ku 6 sal berê Erdogan gazî wî kiriye û jê re gotiye hevşaredaran ji wezîfeyê bigire. Soylû diyar kir ku wî ferman ji Erdogan girtiye.