Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin 2023-05-04 09:00:49   WAN - Şêniyên Westanê anî ziman ku polîtîkayên AKP'ê jiyanê kirine dojeh û wiha bang kirin: "Em di 14'ê Gulanê de bi hev re Erdogan bişînin."    Ji hilbijartinên Serokkomariyê û Giştî ên 14'ê Gulanê re hindik ma. Her ku roja hilbijartinê nêztir dibe partiyên siyasî jî hîn bêtir xebatên xwe dilezînin. Şêniyên Westana Wanê anîn ziman ku dê ji bo guherînê dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    ‘JIN ÇI JI DESTÊN WAN BÊ DÊ BIKIN'   Sabîha Gomul anî ziman ku desthilata heyî bi polîtîkayên xirab welêt bi rê ve dibe û got ku ew ê di vê hilbijartinê de AKP'ê bişînin.    Zehra Gomul jî bang li her kesî kir ku biçin ser sindqan û got ku ji bo jiyaneke mirovane guherîn şert e. Gomul wiha got: "Ji bo guherandina desthilatê çi ji destê me jinan bê em ê bikin. Lewma di serî de jin divê her kes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk, ji bo guherînê."    Hamîde Çîçek jî bilêv kir ku ger ev desthilat biçe dê aramî bê û bal kişand ser krîza aborî. Çîçek destnîşan kir ku ji ber bihabûna fiyetê mazot û gubre êdî nikarin debara xwe bikin û got: " Ji bo başbûna şert û mercên jiyanê, ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk."    ‘EZ Ê DENGÊ XWE BIDIM XWE!'    Dilşah Aktaş ku got "Ez ê dengê xwe bidim xwe" wiha axivî: "Ez ê dengê xwe bidim xwe. Erdogan dê di vê hilbijartinê de biçe û wê guherîn çêbibe."    Huseyîn Aktaş jî got: "Ez ê jî dengê xwe bidim xwe." Yildiz Akbalikê jî bal kişand ser krîza aborî û got: "Ji bo guherînê ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk."    Erhan Meral jî ev tişt gotin: "Divê êdî ev desthilata faşîst biçe. Mirov nikarin nan bibin mala xwe, nikarin kincekî ji zarokên xwe re bikirin. Divê em bi yekhêzê Erdogan bişînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk."    Bayram Akbiyik jî got: "20 sal in tiştên ku AKP'ê kirine li holê ne. Mirov nikarin debara xwe bikin. Lewma divê ev desthilat biguhere. Em ê piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk. Em ê li Wanê bikin 8-03."    MA / Cengiz Ozbasar