Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan 2023-05-04 10:18:03   HATAY - Partiya Çepên Kesk li Hataya ku ji ber erdhejê wêran bûye xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Partiya Çepên Kesk xwest hilbijêrên ku dûr in û ji bo biçin ser sindoqan navê xwe ji bo wan bidin nivîsandin.    Li Hatayê ji ber erdhejê karesatek mezin qewimî û li bajêr wêranî çêbû. Li Hatayê milyonek û 62 hezar û 40 hilbijêr wê dengên xwe bikar bînin. Piştî erdhejê koçberiyek zêde ji bajêr çêbû. Partiya Çepên Kesk jî daniye pêşiya xwe ku ji Hatayê du 2 parlamenteran bi dest bixe. Her wiha Partiya Çepên Kesk ji bo ku hilbijêrên dûr veguhezîne ser sindoqan jî xebatên xwe didomîne.    Piştî erdhejê bi hezaran welatî koçî bajarên wek Antalya, Îzmîrê, Mêrsîn, Edene, Enqere û Stenbolê kirin. Partiya Çepên Kesk jî bang li van hilbijêran kir ku serî li wan bidin. Hat zanîn ku heta niha 2 hezar hilbijêr ji bo biçin dengên xwe bi kar bînin, serî li Partiya Çepên Kesk daye.    Hasan Nûrlû   ‘HER DENGEK GIRÎNG E’    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê Hasan Nûrlû destnîşan kir ku xebatên wan ên ji bo hilbijêrên dûr bînin da ku rayên xwe bikar bînin didomin  û serlêdan her roja ku diçe zêde dibe. Nûrlû da zanîn ku hemû hilbijêr ji bo çûn-vegerê dikarin li ser hejmarên li ser malpera fermî ya partiyê cih digire xwe bigihînin wan an serlêdan bikin û bilêtên çûn û vegerê aydî partiya wan e. Nûrlû anî ziman ku di vê hilbijartinê de dengek jî gelek girîng e.    ‘DIVÊ XWEDÎ LI HATAYÊ WERE DERKETIN’    Nûrlû destnîşan kir ku divê xwedî li Hatayê bê derketin û wiha got : “Erdhejê travmayek giran li ser Hatayê hişt. Di du sê rojên ewil ên erdhejê de dewlet li hawara gel nehat. Sê çar rojan mirovan êş kişand. Em û rêxistinên sivîl di kêliya ewil a erdhejê de ketin tevgerê. Lewma divê em ji îktidarê re bêjin bisekine. Divê em vê îktidarê bişînin. Heke ev îktidar biçe wê derbasbûna ji bo demokrasiyê hêsantir bibe.”    MA / Mujdat Can