Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin 2023-05-04 11:11:31   AMED - Halîse Aksoy a cenazeyê lawê xwe di qutiya kargoyê de wergirt û di 28’ê nîsanê de hat girtin, ev peyam şandiye: “Serî li ber van netewînin.”    Halîse Aksoy dayika Egîd Îpek e. Egîd Îpek endamê HPG’ê bû û di şerekî li çoltera Dêrsimê canê xwe ji dest dabû. Aksoy cenazeyê lawê xwe Egîd piştî demek dirêj di qutiya kargoyê de wergirt. Aksoy jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku 25’ê dabû destpêkirin de hatibû binçavkirin û di 28’ê nîsanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.    Wêneyê Halîse Aksoy ku kêliya cenazeyê lawê xwe di qutiya kargoyê de werdigire û datîne ser çonga xwe bûbû rojev û kurd û dostên xwe li seranserî dinyayê nerazîbûn nîşan dabûn. Wî wêneyî her tişt anî bîra kurdan û kurdan got, “Tişta ku tînin serê dayikên kurd vaye li ber çavan e.”    Halîse Aksoy û keça xwe Mizgîn Karataş, neviyê wê 4 salî Çiya û zavayê wî Harûn Karataş bi hev re di 25’ê nîsanê de di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin. Aksoy û keça xwe Mizgîn Karataş bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û zavayê wê Harûn Karataş hat berdan. Helbet serêhatiyek berxwedanê ku Aksoy şandiye girtîgehê heye. Niha jî dê li girtîgehê li ber xwe bide.      HALÎSE AKSOY KÎ YE?    Halîse Aksoy ji gundê Tizyana bi ser navçeya Artûklûya Mêrdîn ve ye. Ew 9 xwişk û bira ne. Aksoy di 11 salî de bi kurê xalê xwe yê 15 salan jê mezintir re tê zewicandin. 4 law û 4 keçên Aksoy çêdibin. Zextên dewletê li ser malbatê tên kirin, cerdevanî li wan tê ferzkirin. Aksoy û malbata xwe di sala 1993’yan de ji ber zextên dewletê neçar dimînin koçî navenda Amedê bikin. Leşker li pey wan mala wan a li gund dişewitînin.    KOÇÎ STENBOLÊ DIKIN    Zarokên Aksoy di sala 1996’an de neçar dimînin ku koçî Stenbolê bikin û ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê her tim bi zextên polîsan re rûbirû dimînin.    Egîd Îpek tevî ku zarok e jî gelek caran tê binçavkirin û bi îşkenceyê re rûbirû dimîne. Di sala 2010’an de ku hê 15 salî ye ji malê derdikeve û carek din venagere malê. Xwişka Egîd, Şînda jî dibe şahidê zilma ku li kurdan tê kirin û berê xwe dide çiyê.    DI QUTIYÊ DE HESTÎ DAN DAYIKA WÎ   Aksoy ji Stenbolê vedigere û tê li Amedê bicih dibe. Zext û zoriya li ser wê kêm nabe. Egîd Îpek di sala 2017’an de li Dêrsimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide û tevî hemû hewldanên Aksoy jî lêgerîna wê ya wergirtina cenaze bêendam dimîne. Aksoy sê çar salan li cenazeyê lawê xwe digere. Di 10’ê nîsana 2020’yan de cenaze ango hestiyên Egît di qutiyek kargoyê de radestî dayika wî Aksoy hat kirin.    SERDEGIRTINA MALÊ, BINÇAVKIRIN…    Ev wêneyê Aksoy di bîra gelê kurdû raya giştî de cih girt. Di 24’ê kanûna 2020’yan de polîs diavêjin ser mala Aksoy û mala wê tê serûbinkirin û wêneyên aydî zarokên wê tên desteserkirin. Piştre dîsa di 4’ê adara 2022’yan de û di 18’ê gulana 2022’yan de polîs diavêjin ser mala wê û dikin binçavan lê paşê tê berdan.    Harûn Karataş zavayê Halîse Aksoy ku bi lawê xwe yê 4 salî Çiya re bi tenê li malê maye, têkildarî neheqiya li wan tê kirin axivî. Karataş destnîşan kir ku Halîse Aksoy ji girtîgehê peyama, “Serê xwe li ber van netewînin.”    Harûn Karataş   ‘EM NE XERÎBÊ ZILMA DEWLETÊ NE’    Karataş behsa kêliya serdegirtina mala xwe kir û got: “Dayika Halîse jî li mala me bû. Polîsan bi ser mala me de girt. Polîsan avêtiye ser mala wê ya ku kes lê tune bû jî. Li ser îfadeyên şahidekî me kirin binçavan. Em ne xerîbê van zextên dewletê ne.”    ÇIYA LI DAYIKA XWE DIPIRSE    Karataş anî ziman ku lawê wî Çiya her tim li dayika xwe Mizgînê dipirse û her tim bahaneyek jê re dibîne û wiha axivî: “Dema ez jî sê çar salî me bavê min tev li têkoşîna azadiyê ya kurd bûye. Ez derûniya lawê xwe ji xwe dizanim. Min li ber xwe da û hatim van rojan. Lê Çiya nikare bêdayik bimîne. Diçe û tê li dayika xwe dipirse. Ez jî jê re dibêjim, dayika te li nexweşxaneyê, bila serûma wê biqede dê were. Ew jî her tim li qedandina serûmê dipirse. Ez bang li her kesên ku ji xwe re dibêjin lêkolîner, nivîskar, şoreşger û demokrat dikim; Êdî ji derûniya van zarokan fêm bikin û tiştek ji bo wan bikin.”    DÊ ÇIYA JÎ BIKEVE GIRTÎGEHÊ    Karataş da zanîn ku ew dixebite û sebra Çiya nayê û Mizgîn jî dixwaze ku Çiya biçe gel wê û piştî ew daxwaznameyê bide dê Çiya bişîne cem diya wî.    Karataş bi bîr xist ku dema ku Halîse Aksoy tê girtin vê peyamê dide keça xwe û wiha dibêje, “Serî li ber van netewînin. Ez ê li girtîgehê li ber xwe bidim.” Karataş got peyama wê ji bo wan ferman e û ew ê qet li ber zext û êrişan serî netewînin.    ‘LI BER VAN SERÎ NETEWÎNIN’   Parêzerê Halîse Aksoy, Necat Çîçek bal kişand ser hincetên girtina miwekîla xwe û got: “Li ser îfadeyên şahidê bi navê Umît Akbiyik hat girtin. Tiştên ne sûc kirine sûc û jê pirsîn. Dema ku dayika Halîse hat girtin dirûşma ‘Bijî Kurdistan’ berz kir. Keça wê Mizgîn jî got, ‘serî li ber van netewînin’.”    AKSOY: EZ Ê BIBIM BELA SERÊ WAN   Necat Çîçek diyar kir ku Halîse Aksoy wiha gotiye, “Di warê hişmendiyê de kêmasiyên min hene. Ez ê li girtîgehê pirtûkan bixwînim û bibim bela serê wan.”    Parêzerê Mizgîn Karataş, Hasan Yalçin jî anî ziman ku li dijî girtinê îtîraz kirine û ji bilî cih nîşandanê û hevdîtinên telefonê tu tiştek di dosyeya wan de nîne û îtîraza li dijî girtinê dê heta heftyek din bi encam bibe.    MA / Zerrîn Sargût