Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye 2023-05-04 11:14:31   ÎZMÎR - Siyasetmedar Nesrîn Nas destnîşan kir ku gotina AKP’iyan a “darbeyê” ya têkildarî 14’ê Gulanê li xwe mikur hatina windakirinê ye û anî ziman ku bi van axaftinan dikin ku muxalefte nikare biçe ser sindoqan lê mûxalefet zêdetir e û berxwedêr e.    Di bin siya krîzên siyasî û aborî de ji hilbijartinên 14’ê Gulanê yên Serokkomariyê û giştî re kêm roj man. Tevî ku desthilata AKP’ê hemû derfetên dewletê bikartîne jî di lêkolînên rayagiştî de tişta dixwaze nikare bi dest bixe. Kesayetên AKP’î yên nikarin bi tena serê xwe bibin desthilat û îhtîmal heye ku serokkomariyê winda bikin, axaftinên ku ewlehiya hilbijartinê têxin xetereyê dikin.    Wezîr û burokratên ku zimanê cihekar û civakê tînin dijî hev yên weke pîrozbahiya binimêj û şampanya bikartînin di heman demê de axaftinên ku dibêjin hilbijartin ne rewa ye dikin. Ewilî Wezîrê Karên Hundir û parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Suleyman Soylû wiha got: “15’ê tîrmehê hewldana wan a darbeyê ya fîîlî bû. 14’ê gulanê jî hewldana darbeyê ya siyasî ye. Evqas vekirî û zelal e.” Pişt re AKP’iyan yek bi yek axaftinên weke wê kirin. Serşewirmendê Serokkomar Mehmet Ûçûm jî wiha got: “Guhertina desthilatê ya di hilbijartinên 2023’yan de wê darbeya li serxwebûna Tirkiyeyê be. Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk jî ev tişt gotin: “Armanca van ew e ku Recep Tayîp Erdogan, AKP’ê û Tifaqa Cûmhûr bişînin. Dengek wê ji kesên li dijî Serokkomarê me gefan li Tirkiyeyê dixwin re bibe bersiv”. Wezîrê Parastinê û namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê yê Qeyseriyê Hûlûsî Akar jî wiha got: “Ev hilbijartinek nîne. Ev pirsgirêka ferasetê ye. Di welatekî normal de, di demekî normal de partiyek tê yek diçe. Lê ev ne ew e. Dixwazin pêşiya Tirkiyeyê bigirin. Dixwazin Tirkiyeyê bisekinînin û her tiştî biguherînin. Dixwazin tapoyê bidin hin kesên din.”   FIKARA EWLEHIYA HILBIJARTINÊ    Siyasetmedar Nesrîn Nas gotinên “darbeyê” û zimanê civakê tîne li dijî hev nirxand. Nas, bi lêv kir ku divê ev gotin weke meseleyek hêsan negirin dest û wiha got: “Feraset û çanda wan a demokrasiyê evqas kêm û xelet e. Lê ev di heman demê de dide nîşandan ku di nava hin fikran de ne. Ji xwe em nikarin bêjin hilbijartin adil in. Mesele namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk tên girtin, propaganda kirina wan tê astengkirin. Dîsa pankartên Tifaqa Milet tînin xwarê. Hemû derfetên madî yên dewletê di bin destê wan de ye. Tevî van hemû hêz û derfetan jî gotinên wan ên darbeyê fikarên wan ên têkildarî ewlehiya hilbijartinê derdixin holê. Yek tişta li vir tê armanckirin jî tirsê belav bikin û bikin ku mûxalîf dernekevin kolanan û neçin ser sindoqan.”   ‘MÛXALEFET ZÊDETIR E’    Nas, destnîşan kir ku gotina darbeyê li aliyekî jî li xwe mikur hatine windakirinê ye û wiha berdewam kir: “Dizanin ku windakirine. Muxalefeta civakî ne bi wan re ye. Li gorî lêkolînên rayagiştî di navbera ji sedî 55 û 58’an beşeke dibêjin ‘Ez qet dengê xwe nadim Erdogan’ heye. Dizanin nikarin gelemperiya civakê biguherînin. Bi tirsê hewl didin zextê li mûxalefetê bikin. Dê heta dawiyê jî vê biceribînin. Di hefteyên pêşiya me de dibe ku em bibin şahidê gelek tiştên cuda. Dê her rêyên ku weke bi bikaranîna hemû daneyên di destê BDK’ê de dîmenên sexte hilberînin biceribînin ku bandorê li hilbijartinê bikin. Feydeya ku bikaribin hilbijartinan ewle bikin piranî û mayîndebûna muxalefeta civakî ye. Em bi vê bawer in.”   Nas, destnîşan kir ku yek ji pîvanên demokrasiya li welatekî ew e ku desthilat bi rêya hilbijartinê dibe desthilat û wiha lê zêde kir: “Ya ji vê gelekî girîngtir ew e ku hêza di sindoqê de winda dike, bi rengekî aştiyane desthilatê dewr bike. Ev desthilat her tim nîşan dide ku ne amade ye bi rengekî aştiyane radest bike û eger tiştekî bi vî rengî biqewime wê weke darbeyekê pênase bike û bikeve nava tevgerê. Rastiya ku Tirkiye hatiye cihekî bi vî rengî, hikumet di nava 10 salên dawî de welat xistiye nava xemgîniyeke mezin e.”   ‘MUXALEFET ALIYÊ YEKITIYÊ YE’    Nas, destnîşan kir ku cihekarî wê di demên pêş de biçe cihekî gelekî nebaş. Nas, bi lêv kir ku ji ber vê yekê ziman û axaftinên kesên welat bi rê ve dibin gelek girîng e û wiha got: “Kemal Kiliçdaroglû anî ziman ku esas tişta pê re têbikoşin ev ziman e. Dîsa Mîthat Sancar jî heman tişt gotin. Muxalefet her tim qala yekitiyê, pir rengiyê dike lê desthilat jî zimanekî vederkirî bikartîne. Tirkiye kengî bibe du alî nanê mirovan ê di sifreyê de kêm bûye, aş û karê wan ji holê rabûye. Hêvî dikim ku di 14’ê Gulanê de civak were bahev û ji vê yekê re bêje bes.”   MA / Tolga Guney