Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin 2023-05-04 11:23:23   STENBOL - Muzîkjenê kolanê Cîhan Aymaz, bi sedema ku strana “Ez bimrim Tirkiye” negot, ji hêla êrişkarê nîjadperest Mehmet Caymaz ve hate qetilkirin. Caymaz, bi sedema “Kuştina biqesdî” hate girtin.    Muzîkjenê kolanê Cîhan Aymaz li Rihtim a navçeya Kadikoy a Stenbolê dema stranên xwe pêşkeş dikir, Mehmet Caymaz ê nîjadperest jê xwest ku strana “Ez bimrim Tirkiye” bibêje. Aymaz jî ev daxwaz red kir û rastî êrişa bi kêran a Caymaz hat. Di encama êrişê de Aymaz jiyana xwe ji dest da. Êrişkarê nîjadperest Caymaz jî ji hêla polîsan ve hate binçavkirin û birin Qereqola Rihtim a Kadikoyê. Piştî kar û barên îfadegirtinê jî sewqî Edliyeya Anadoluyê ya li Kartalê hate kirin.    Êrişkar Caymaz, di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de îdia kir ku ji Aymaz xwestiye ku stranekê berdê lê Aymaz û kesên pê re ev daxwaz red kiriye. Êrişkarê nîjadperest Caymaz bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin û bi sedema “Kuştina biqesdî” hate girtin.