Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn 2023-05-04 11:40:06   WAN - Di mitînga Partiya Çepên Kesk a Erdîşê de peyama, “Çi dibe bila bibe wê dawiya wê bi heybet be” hat dayîn. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar got: “Niha dema serketinê ye. Em bi ser bikevin wê hemû kedkar û feqîr bi ser bikevin.”    Partiya Çepên Kesk li navçeya Erdîşa Wanê bi beşdariya hezaran kes mitînga hilbijartinê li dar xist. Mitîng li qeraxê Gola Wanê hat lidarxistin. Di mitîngê de dovîzên bi nivîsên “Ya aştiyek bi rûmet an jî berxwedanek bi heybet” û “Çi dibe bila bibe dê dawiya wê bi heybet be” ku hatibûn rakirin balê kişandin ser xwe. Bi piranî jin û ciwan tev li mitîngê bûn û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Welatiyan li ber stranan govend gerand. Mitîngê bi rêzgirtina bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.    'WÊ BIBE SEDSALA KURDAN’   Endamên Komîteya Amadekar derketin ser dikê û gel silav kirin. Paşê Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Wanê Veysî Dîlekçî axivî û wiha got: “Em wisa ne bi hêsanî hatin vê merhaleye. Em bi bedel û têkoşînek giranbûha hatin vê merheleyê. Hê jî em bedelê vê yekê didin. Êdî tu hêz nikare xwe li pêşiya vê têkoşînê bigire. Gelê Erdîşê wê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bide her kesî.”    Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez jî diyar kir ku tevî hemû zext û zordariyê gelê kurd serê xwe netewand û got: “Wê ev sedsal bibe sedsala gelê kurd. Yekitiya kurdan dê zilma Qesrê têk bibe. Wê ev sedsal bibe sedsala azadiya gelê kurd.”    SANCAR: 13 SAL IN SOZÊN XWE BICIH NEANÎNE     Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar jî derket ser dikê gel silav kir û wiha axivî:   Em bi pêşengiya jin û ciwanan ber bi serkeftinê ve dimeşin. Li hemberî me îktidarek diz, talanker û şerxwaz heye. Tifaqek xerab li hemberî me heye. Vî welatî dişêlînin paşê jî sozan didin xelkê. Li Wanê erdhejek qewimî, tevî ku 13 sal derbas bûne jî hê jî soza dane gel bicih neanîne. Hê jî 74 malbatên me di kontenerê de dijîn. Îsal du erdhej hatin serê me û veguherî karesatê. Berpirsiyarê van felaketan îktidara AKP-MHP’Ê YE. Vê îktidarê pergala dizî û talanê ava kir. Piştî erdhejê alîkarî negihandin xelkê û neçûn hawara xelkê û ev bû sedema mirina xelkê. Niha jî ev îktidar rabûye û dibêje, ‘em ê di nava salekê de hemû konûtan ava bikin’. Ev 13 sal in we li wanê nekiriye hûnê niha bikin? Ev îktidar feqîriyê li ser gel rewa dibîne. Çimkî gel ne di xema wan de ye, tenê qesr û alîgirên xwe difikire. Niha ji sê ciwanên vî welatî ciwanek kar nabîne. Yek ji bajarên ku betalî lê heye jî Erdîş e. Yek ji bajarên ku rêjeya betaliyê herî zêde lê heye jî Wan e. Ciwanên me ji derfetên kar sûd wernagirin. Ji bo gezek nan qezenc bikin, di şert û mercên herî hejar û nebaş ên demsalî de dixebitin. Dema diçin li metropolan dixebitin ji ber kurd in bi êrişên nijadpereset re jî rûbirû dimînin. Hêj duh ciwanek me, endamê partiya me li Kadikoya Stenbolê ji ber ku stranên kurdî digot hat qetilkirin.   DARBEKARÊN HERÎ MEZIN EV ÎKTIDAR E    Em ji nijadperestiyê û dijminatiya kurdan re dibêjin bes e. Ev îktidar bi dijminatiya kurdan xwe li ser pêya digire. Cihêkariyê dixin navbera gelan. Dijminatiyê kûr dikin. Tenê derdê wan ew e ku seltenata xwe bidomînin. Bersiva herî xurt gelê kurd bi têkoşîna xwe ya rûmet dide. Wê gelê me di 14’ê Gulanê de wan di sindoqan de têk bibe. Divê em hemû bi hev re li dora têkoşîna xwe bibin xelek. Divê em dawî li vê îktidara ku nasnameya me nas nake bînin. Niha jî tirsê girtiye wan û dibêjin, ‘hilbijartin dê bibe darbe’. Darbekarên herî mezin ev îktidar e. Bi qeyûman darbe li dijî îradeya gelê me dikin. Siyasetmedarên me bi dozên komployê li girtîgehan dîl digirin. Xwediyê vê darbeyê van dike. Teqe em ê îktidara AKP-MHP’ê bişînin. Wê îradeya gelê me hevşaredarên me dîsa vegerin ser wezîfeya xwe. Em ê bi hezaran girtiyên xwe ku neheq girtî ne azad bikin. Ev roj nêzîk in. Sekna we ya biryardar, azadîxwaz wê her tiştî bîne. AKP di polîtîkayên şer de çiqas israr dike bila bike wê bi milyonan kesên ku çareseriya demokratîk dixwaze li hemberî xwe bibîne. Lewma divê hûn Partiya Çepên Kesk bi awayek herî xurt bişînin Meclisê.”    NIHA DEM DEMA SERKEFTINÊ YE    Em bi berxwedana xwe ya rûmet hatine van rojan. Me serî li ber zilmê, neheqiyê netewand û niha jî dem dema serketinê ye. Dema em bi ser bikevin wê hemû kedkar, feqîrên welat û em ê hemû bi ser bikevin. Em ê aştî û demokrasiyê bînin. Ji ber vê yekê jî divê hûn wisa hewl bidin ku em bi temsîlyeta herî xurt biçin Meclisê. Em bi bawer in, teqez em ê bi ser bikevin.”    Piştî axaftinan mitîngê bi stranên hunermend Baran Bozyel û hunermendên xwecihî dewam kir.