Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin 2023-05-04 13:46:14     STENBOL - Danişîna doza ku rêveberên GOÇÎZDER’ê jê tên darizandin taloqî 12’ê cotmehê hatin kirin   Rûniştina 2’yemîn a danişîna 2’yemîn a doza endam û rêveberên Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER) ji ber xebatên komeleyê jê tên darizandin li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê hate lidarxistin. Di danişîna li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate li darxistin de 23 kesên negirtî tên darizandin, endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), nûnerên Weqfa Mafên Mirovan ên Tirkiyeyê  (TÎHV), endamên Navenda Hafizayê û gelek hiqûqnas amade bûn. Parazvanên mafên mirovan û hunermendan jî bi armanca piştevaniyê danişîn temaşe kir.    Dadgeha ku piştî parastina kesên tên darizandin biryara xwe ya navberê aşkere kir, biryar da ku şahid Celal Ozdemîr û Vedat Şorlî yên derbarê Hevserokê GOÇÎZDER’ê yê berê Ramazan Kirkpinar de îfade dane bên guhdarkirin. Ji ber derbarê Kirkpinar de di danişîneke din biryara guhdarkirina şahidan hate dayîn, daxwaza wî ya ji danişînan xelas bibe nehate qebûlkirin. Ji ber parastina kesên din ên tên darizandin hatiye wergirtin, daxwaza wan a ji danişînan xelas bin hate qebûlkirin.    Daxwaza kesên tên darizandin û parêzerên wan a guhdarkirina şahidan û ji saziyan re nivîs bê nivîsandin nehate qebûlkirin. Danişîn taloqî 12’ê cotmehê hate kirin.