Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin 2023-05-04 14:35:35   MÛGLA - Danişîna ewil a êrişa çekdarî ya li dijî Rêxistina HDP’a Marmarîsê bi hinceta ku bersûc “tedawiyê dibîne” hate taloqkirin.    Kesê bi navê Adnan Temel Denîzlî, di 14’ê tîrmeha sala 2021’an de bi çekan êrişî avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Marmarîs a Mûglayê kir. Yekemîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî hate lidarxistin. Bersûcê girtî Denîzlî ku ji ber "Ziyandayîna avahî, tesîs yan jî amûrên partiyeke siyasî yan jî saziyeke pîşeyî”  û “Binpêkirina parêzbendiya kargehê” tê darizandin, tev li danişînê nebû. Rêveberên HDP’ê û Partiyên Çepên Kesk di danişînê de amade bûn.    'ÊRIŞ BI ZANEBÛN HATIYE KIRIN’   Parêzerên HDP’ê xwestin ku Denîzlî bînin danişînê ku li beşa psîkiyatrî ya Nexweşxaneya Bajar a Fethî Sekîn a Xarpêtê tê tedawîkirin. Parêzer Fusun Unlusoy bi bîr xist ku wê demê li dijî avahiya HDP’ê êrişa duyemîn hatibû kirin û ev êriş bi awayekî rêxistinkirî û bizanebûn hatine kirin. Unlusoy, diyar kir ku tenduristiya ruh a bersûc baş e û xwest ku wî bi xwe bînin danişînê.    Dadgehê, biryar da ku bersûc bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê were kirin û danişîn taloqî 26’ê cotmehê kir.