Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin 2023-05-04 16:36:30   STENBOL - HDP’ê û Partiya Çepên Kesk çûn serdana stranbêjê kolanê Cîhan Aymaz ê bi êrişeke nijadperest hate qetilkirin. Namzeta parlamenteriyê Dêrsim Dag a li vir axivî, wiha got: “Em sûcdaran nas dikin, em ê hesaba wê bipirsin û bibin şopdarên dozê.”   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Dersîm Dag, Pervîn Tûnbûl û Ayhan Ergenç çûn serdana stranbêjê kolanê Cîhan Aymaz ê bi êrişeke nijadperest li Kadikoyê hate qetilkirin. Gelek kes tev li şîna Aymaz a li Komeleya Agiriyan hate danîn bûn. Di mala şînê de li gel zemaran daxwaza edaletê bilind bû.    Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Encu, yê di şînê de axivî, ji malbatê re sersaxî xwest û wiha got: “Bi salane li ser vê axê êşa ku me kişandî nema. Ev gelê ku hate qetilkirin, sirgunkirin û windakirin tu caran dest ji têkoşîna xwe berneda. Cîhan Aymaz jî li Kadikoyê di encama êrişekê de hate qetilkirin. Sekna Cîhan Aymaz sekneke welatparêz bû. Di stranên xwe û parvekirinên xwe de xwedî li çanda xwe derdiket.”   ‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊ WÊ’    Dersîm Dag a pişt re axivî, anî ziman ku ji ber Aymaz stranên kurdî gotin hate qetilkirin û wiha got: “Bi sed salane ji ber înkarkirina nasnameya kurd komkujî pêk tên. Em sûcdaran nas dikin. Em dizanin ku ev pergala faşîst ji aliyê kê ve hatiye avakirin. Em ê hesabê bipirsin û bibin şopdarê vê dozê.”