Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-05-05 08:58:56 EDENE - Li Edeneyê 14 ciwanên endamên Partiya Çepên Kesk ên xebatên hilbijartinê dikirin bi lêdanê hatibûn binçavkirin. 14 kes piştî îfadeyên wan li miduriyeta polîsan hatin wergirtin, hatin berdan.    14 ciwanên endamên Meclisa Partiya Çepên Kesk a Edeneyê, duh dema li navçeya Seyhanê xebatên hilbijartinê bi rê ve dibirin ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku dema binçavkirinê de destê Mahmût Dalmiş şikestiye. 14 ciwanên ku biribûn miduriyeta polîsan a navçeyê piştî wergirtina îfadeya wan bi şev hatin berdan.