ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-05 09:00:08       * Di erdheja sala 2017'an de ya li Şemîzînanê, gelek gundên navçeyê wêran bûbûn. 6 sal di ser erdhejê re derbas bûye, lê hê jî mexdûrên erdhejê yên ku soz hatibû dayin wê xaniyên wan bên çêkirin, di konteyneran de ne.    * Partiyên siyasî yên Şirnexê ji bo mitînga ku dê di 7'ê gulanê de bê lidarxistin bang li gelê Botanê kirin û wiha gotin: "Li dijî zilma 21 sal in li ser me tê meşandin, werin em li qada mîtîngê cihê xwe bigirin."    * Endamê Komîsyona Dengdêrên Livdar a Amedê Edîp Bînbir wiha got: "Armanca me, em henû dengdêran bibin ser sindoqê. Dengdêr tenê bila li me bigerin bes e."    * Partiya Çepên Kesk amadekariyên mîtînga Bûrsayê dike. Namzetên bajêr ji bo mîtînga ku dê di 7'ê gulanê de li bajêr bê lidarxistin wiha bang kirin: "Werin em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin."    * Ji Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê Nahîde Ermîş destnîşan kir ku biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê biryareke dîrokî ye û îşaret bi yekhêziya hêzên herêmî kir, ji bo afirandina atmosfereke aştiyane.    * Tekîrdagiyên, diyar kirin ku wê 14’ê Gulanê bibe “Hilbijartina xelasbûna ji desthilata AKP’ê” û anîn ziman ku wê ji bo guhertinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    * Piştî ku biryara hilbijartina pêşwext di 10’ê adarê di Rojnameya Fermî de hate weşandin, AKP’ê dest bi operasyonan kir. Ji wê rojê heta niha herî kêm 364 kes hatin binçavkirin û 7 jê rojnameger bi giştî 116 kes hatin girtin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 774’emîn de berdewam bike.    * Partiya Çepên Kesk wê li gelek bajaran xebatên xwe bidomîne. (10.00-21.00)   * Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan, dê têkildarî operasyonên beriya hilbijartinê hatin kirin li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00) ZINDΠ   * Şaxa ÎHD’a Amedê wê Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan a bakurê Kurdistanê ya sala 2022’yan li avahiya xwe ya komeleyê aşkere bike. (12.00)     * ÎHD, wê li gelek bajaran “Nobeta Aştiyê” li dar bixe. (12.30-18.00)   * Partiya Çepên Kesk wê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û siyasetmedar Ahmet Turk li Wêranşar a Rihayê û Qosera Mêrdînê; bi tevlibûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li navçeya Bismil a Amedê mitîng û civîna gel li dar bixe. (13.00, 15.30,13.30) ZINDÎ      * Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, wê tev li xebatên hilbijartinê yên Cadeya Îstîklalê ya Beyoglûyê bin. (17.00)