Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar 2023-05-05 09:59:08 AMED - Endamê Komîsyona Dengdêrên Livdar a Amedê Edîp Bînbir got: "Armanca me, ew e ku em hemû dengdêran bibin ser sindoqê. Dengdêr tenê bila li me bigerin bes e."    Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe yên ji bo veguhastina dengdêrên livdar didomîne. Partiya Çepên Kesk li hemû bajar û navçeyan Komîsyona Hilbijêrên Livdar ava kir. Bi hezaran dengdêr ji bo dengê xwe bi kar bînin serî li komîsyonên bajar û navçeyan didin. Partiya Çepên Kesk jî dê di 10'ê Gulanê de lîsteya dengdêrên livdar çêbike û wan bibe cihê ku dê dengên xwe lê bi kar bînin û paşê dê wan cardin bibe cihê wan ê berê.    Li Amedê jî Komîsyona Dengdêrên Livdar hat avakirin. Endamê Komîsyona Dengdêrên Livdar a Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê Edîp Bînbîr, têkildarî xebatên ji bo dengdêrên livdar hin agahî parve kirin. Bînbîr got: "Hin dengdêrên me hene, li bajarine din in. Partiya me ji bo dengdêrên me yên ku ji bo bikaranîna dengên xwe derfetên wan ên çûnê tune ne, hin xebat dan destpêkirin."    DÊ WAN BIBIN SER SINDOQAN   Bînbîr da zanîn ku heya niha gelek dengdêran serî li komîsyona wan daye û got: "Ev xebatên me li seranserê Tirkiyeyê bal kişand. Bi taybetî gelek dengdêr ji ber krîza aborî nikarin bilêtê bikirin û biçin li bajarên xwe dengên xw ebi kar bînin. Bi dehan welatiyên ku li Amedê ne lê navnîşana wan bajarine din in hene. Me ev welatî tespît kirine û em ê wan bibin bajarên wan."    Bînbîr bilêv kir ku di du rojan de bi hezaran kesî serî li komîsyona wan daye û got: "Ev tenê yên li Amedê ne. Lê niha hejmara giştî nediyar e. Hemû dane li navendê tên komkirin."    Bînbîr destnîşan kir ku ew ê bi hezaran hilbijêran bibin ser sindoqan û got: "Armanca me em bê teşqele dengdêran bibins er sindoqê. Tenê bila li me bigerin, bes e."