Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn 2023-05-05 11:11:58 ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê Nûray Ozdogan diyar kir ku di mehekê de 295 kes hatine binçavkirin û 61 kes hatin girtin û got: "Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê pêşî Suleyman Soylu ji wezîfeyê bê girtin."    Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Ozdogan, têkildarî operasyonên binçavkirinê yên li Amed, Enqere û Stenbolê hatin kirin, li Navenda Giştî HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist. Ozdogan da zanîn ku îktidar ji bilî xwe ji her kesî re dibêje "terorîst" û got: "Operasyonên li dijî partiya me û hemû muxalifên ku ji aliyê daraza û hiqûqa AKP'ê ve tên kirin, li ber hilbijartinê zêde dibin."   Ozdogan bal kişand ser bîlançoya mehek dawî ya binçavkirin û girtinan û wiha got: “Li dijî endam û rêvebrên partiya me, li dijî endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk, li dijî endam û rêveberên DBP, li dijî ESP’ê, rojnamevan, hiqûqzan, hunermend, nûnerên rêxistinên sivîl di operasyonên hatin kirin de 295 kes hatine binçavkirin û ji van binçavkiriyan 61 kes hatine girtin. Di erefeya hilbijartinên 14’ê Gulanê de li dijî partiyên me, kurdan û muxalîfan zext û zordarî zêde bûne. Helbet sedemek viya heye, ew jî encamên rapirsiyan in. AKP ketiye nava tirs û xofê.”   'DIVÊ DAWÎ LI WEZÎFEYA SOYLÛ BÊ ANÎN’    Ozdogan bal kişand ser gotinên Suleyman Soylû ku ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re gotiye, “darbe” û wiha axivî: “Rayedarên AKP’ê dest bi gotinên ku ketine nav tirs û xofê kirine. Suleyman Soylû ku bi hezaran polîs, leşker û bekçiyan dide pişt xwe û hê jî Wezîrê Karên Navxweyî, hilbijartinên 14’ê Gulanê wek ‘hewldana darbeyê’ pênase kir. Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê demildest dawî li wezîfeya Wezareta Karên Navxweyî ya Suleyman Soylî were anîn. Her ku hilbijartin nêz dibe gotinên nefretê û provokasyon zêdetir dibin. Îktidara AKP-MHP’ê li dijî her kesî dijminatiyê daye destpêkirin. Wê ev lîstok û dijminatî di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe û were xerakirin. Em li dijî provokasyonan her kesî vedixwînin ku sekan be û hişyar bin.”