‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’ 2023-05-05 11:53:33   STENBOL - Rojnameger Ayşe Duzkan û Nazan Ozcan bertek nîşanî bêdengiya li hemberî girtin û binçavkirina rojnamegearn dan û wiha gotin: “Ne tenê ji ber ku hempîşeyên me ne lewma, ji bo ewlehiya hilbijartinê jî divê em xwedî li wan derdikevin.”    Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî ku dê di 14’ê gulanê de bên lidarxistin demekî kin ma. Bi nêzbûna hilbijartinan re pêla girtin û binçavkirinan jî zêde bû. Derdora herî zêde ji vê dorpêça darazê bibandor dibe jî rojnameger in.    DI 11 MEHAN DE 34 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN    Di encama lêpirsînên navendên wan Amed û Enqereyê yên di sala 2022’yan de 26 rojnameger hatin girtin. Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren ku di van dîrokan de hatibû binçavkirin, ji ber biryara girtinê ya teqez, hate girtin. Tevî ku bi ser re ewqas dem derbas bûye jî hêj jî rojnameger derneketine dadgehê. Di encama serdegirtinên dawî de jî 8 rojnameger hatin girtin.    DI OPERASYONÊN NAVENDÊN WAN AMED Û ENQEREYÊ DE 7 HATIN GIRTIN    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya beriya hilbijartinê de siyasetmedar, hiqûqnas, hunermend û rojnameger jî di nav de bi giştî derheqê 216 kesan de biryara binçavkirinê hate dayîn. Di encama serdegirtinên di 25’ê nîsanê de 145 kes hatin binçavkirin û ji van 51 jê hatin girtin ku ji wan 5 jê rojnameger bûn.    Di demeke ku bertekên li dijî girtin û binçavkirinan didomiyan de îcar jî di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftugolû û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz hatin binçavkirin. Muftuoglû û Yilmaz di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    DI OPERASYONA NAVENDA WÊ STENBOLÊ DE KESEK HATE GIRTIN    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de polîsan di 30’ê nîsanê de bi ser malan de girt û Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Nadiye Gurbuz binçav kir û di 4’ê gulanê de hate girtin. Bi vê yekê re di nava 11 mehan de 35 rojnameger hatin girtin. Li hêla din di nava van 11 mehan de bi sedan siyasetmedar û ciwan hatin binçavkirin û girtin.    Nivîskar Ayşe Duzkan û rojnameger Nazan Ozcan bertek nîşanî girtin û binçavkirina siyasetmedar, hiqûqnas, hunermend û rojnamegeran dan.    BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYA MUXALEFETÊ DA    Duzkan, girtin û binçavkirinên ji 25’ê nîsanê ve weke “Xebata hilbijartinê ya AKP-MHP’ê” nirxand û wiha got: “Hewldaneke li dijî têkoşîna li dijî mêtingeriyê ye. Di vê qonaxê de hinek cudahî heye; êrişeke li dijî ewlehiya hilbijartinê heye. Di heman demê de êrişeke li dijî mafê agahîgirtinê ya gel e. Girtina parêzeran, êrişeke li dijî ewlehiya hilbijartinê ye. Li vir tişta ecêb ew e ku ev kesên bi girtin û binçavkirinê mafê wan ê bijartinê hatiye binpêkirin di hilbijartina serokkomariyê de dê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû lê ji CHP’ê yek deng derneket. Tifaqa Ked û Azadiyê jî bi qasî dihat xwestin bertek nîşan neda. Diviya bû bertekeke zêdetir bihata dayîn. Bertekên tenê li ser twîtterê bes nînin. Divê xwedî li binçavkiriyan derkevin. Ne tenê ji ber ku hempîşeyên me lewma lê xwedî derdikevin. Di heman demê de ji bo ewlehiya hilbijartinên welêt jî em xwedî lê derdikevin. Berteka DÎSK Basin-Îşê girîng e lê bêbertekiya rêxistinên pîşeyî û rojnamegerên di medyaya muxalîf de dixebitin cihê rexnê ye. Ev bertek nayê fêmkirin.”    AKP TOLÊ HILTÎNE   Rojnameger Nazan Ozcan jî diyar kir ku AKP’ê nekarî piştgiriyê ji kurdan bigire û bi girtin û binçavkirinan hewl dide tolê jê hilîne. Ozcan, axafina xwe wiha domand: “Hewl didin hemû komên pîşeyî yên mafên kurdan diparêzin bêdeng bikin. Lê ma dê çiqas bikarin? Gelê kurd tenê ji parêzer û rojnamegeran pêk nayê. Bi milyonan kurd hene. Lewma kiryarên wan rê li ber bertekên mezintir vedikin. Di tevahiya serdema AKP’ê de li ser rojnamegeran zext kêm nebûn. Ji sedî 95’ê medya û xebatkaran xwe daye gel îktîdarê. Beşekê jî xwe daye aliyekî, dengê xwe kêm dikin û dixebitin. Yên din jî rastî zextên giran tên. Dema em ji hêla pîşeyî vê lê dinêrin, rojnameger ‘dengê bêdengan e.’ Lewma divê ev beşa ji sedî 5 dengê xwe bilindtir bike. Em dibînin ku ev beş hinek westiyayî xuya dike. Lê divê em vê li ser xwe biavêjin. Ji ber ku tişta faşîzm dixwaze jî ev e. Exlaqê me yê pîşeyî jî ji me dixwaze ku em dengê xwe derxînin.”    DÊ TÊKOŞÎN BIDOME   Herî dawî jî Ozcan wiha got: “Heta ku rojnamegerên girtî tên berdan em ê dengê xwe bilind bikin û li mafên wan xwedî derkevin. Bi saya wêneyên rojnameger Abdurrahman Gok derket holê ku Kemal Kurkut ‘terorîst’ nîne. Anku ev mirov ji ber xwe ve nayên girtin. Ji ber ku tiştekî rast dikin û derewên îktîdarê li rûyê wan didin lewma tên girtin. Dibe ku hejmara me pir kêm be lê em ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin.”    MA / Mehmet Aslan