Beriya mitînga Erdogan tevahiya Wanê hat dorpêçkirin 2023-05-05 11:53:59   WAN - Beriya mitînga Serokkomarê AKP’yî Erdogan tevahiya kolan û cadeyên Wanê ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin. Ji bîlboardan afîşên partiyên din hatin rakirin û wêneyên Erdogan lê hatin daliqandin.    Îro li Wanê mitînga Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li Wanê tê lidarxistin. Beriya Erdogan bê Wanê tevahiya bajêr ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîs û maşîneyên zirxî li hemû kolan û cadeyên bajêr hatine bicihkirin û girtin. Ji duh êvarê ve afîşên partiyên siyasî yên li ser bîlboardan hatin rakirin û li şûna wan wêneyên Erdogan û afîşên AKP’ê lê hatin bicihkirin. Her wiha li ser rêgeha konvoya Erdogan, al û flamayên partiyên din hatin rakirin û alên AKP’ê hatin dliqandin.   POSTERÊN ERDOGAN BI DIBISTANAN VE HATIN DANÎN    Rêxistina AKP’a Wanê li gelek dibistan û saziyên dewletê jî posterên Erdogan daliqand. Ji bo mitînga Erdogan qelebalix derbas bibe tevahiyê saziyên dewletê seferber bûne û hewl didin bi darê zorê karmandan tev li mitîngê bikin. Ji gundan jî cerdevanan ji serê sibehê ve tînin bajêr û ji gelek bajarên din jî bi dolmûş û otobusan xelkê tînin Wanê.    X-RAY DANÎN SER CADEYÊ    Makîneyek mezin a X-Ray danîne ber Bazara Gel a Mezin. Dikandar di vê X-Rayê re derbas bûn û çûn ser karên xwe.    CADE HATIN ŞÛŞTIN    Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê rêgeha ku dê Erdogan têde derbas bibe şûşt. Her wiha hemû qutiyên çopê yên li bajêr hatin rakirin.    Qeyûm di sala 2018’an de ji bo Erdogan qada mitîngê bi ava gulan şûştibû.