6 kesên ku namzetê AKP’î hedef nîşandan hatin girtin 2023-05-05 13:46:15 STENBOL - 6 kesên ku piştî ji aliyê namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê yê Çanakkaleyê Ayhan Gîder ve hedef hatin nîşandan cara duyemîn hatin binçavkirin, hatin girtin.    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Çanakkaleyê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 2’yê gulanê de li Taxa Barbarosê serdana dikandaran û qehwexaneyan kir. Namzetên parlamenteriyê yên partiyê Adîle Yalçin û Seda Alçinar jî tev li bûn. Endamên partiyê dema serdana qehwexaneyekê de dora saet 23.00’an de ji aliyê Mûstafa Kiliç, Hasan Çîçek, Selçûk Şahîn û Mûhammed Şanli ve heqaret li wan hate kirin. Endamên partiyê yên xwestin destê Kiliç û Şanli bigirin bi gotinên “destê we bi xwîne re” rû bi rû man û li ser vê yekê nîqaş derket. Namzeta parlamenteriyê Adile Yalçin kete navberê û nîqaş bi dawî kir.    KESÊ MHP’Î KULM LI NEXWEŞÊ PENCEŞÊRÊ DA   Lê Mûhammed Şanli yê hate hînbûn MHP’î ye û karmendê dewletê ye bi awayekî fizîkî êrişî endamên partiyê kir. Di dîmenan de jî êrişa bi kulm a li dijî nexweşê penceşêrê Yilmaz Turkoz hate dîtin. Xizmên Turkoz, Yavûz Turkoz, Tekîn Turkoz, Yûsûf Turkoz, Ferhat Keskîn, Cevdet Matûr û Mûgdat Urek ên êriş bihîstin di nav de 8 kes çûn qehwexaneya ku êriş lê hate kirin. Di navbera kesên êrişî Turkoz kirin û koma navborî de şer derket. Li ser vê yekê polîsên ku hatin qehwexaneyê nîqaş bi dawî kirin û herkesên li qehwexaneyê belav bûn.    NAMZETÊ AKP’Î HEDEF NÎŞAN DAN   Namzetê parlamenteriyê yê Çanakkaleyê yên AKP’î Ayhan Gîder û Julîde Îskenderoglû rojekê piştî bûyerê dora saet 19.00’an Kiliç, Şanli û Çîçek bi xwe re birin û çûn Zanîngeha Onsekîz Mart a Çanakkaleyê. Gider ê AKP’î li vir weke ku êriş li êrişkaran hatiye kirin daxuyanî da. Gîder, di daxuyaniya xwe ya di Ajansa Anadolûyê (AA) de cih girt de Partiya Çepên Kesk û welatî hedef nîşandan.    Polîsan piştî nûçeya ku êriş li êrişkaran hatiye kirin, bi ser mala 8 xizmên Turkoz de girtin û 8 kes binçavkirin. Kesên ku birin Miduriyeta Polîsan a Çanakkaleyê, piştî îfadeyan hatin berdan. Lê pişt re Gîder ê AKP’î çû miduriyeta polîsan. Piştî ku Gîder çû miduriyeta polîsan vê carê 8 xizmên Turkoz bi hinceta “îmzeyên kêm” jinûve vexwendin miduriyeta polîsan. Namzeta Partiya Çepên Kesk Seda Alçinar parve kir ku dema 8 kes di bin çavan de Gîder ê AKP’î çûye Edliyeya Çanakkaleyê.    Ji 8 kesên ku Gîder ê AKP’î hedef nîşandan 6 kes ku ji bo “îmzeyên kêm” çûn miduriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. 6 kesên pişt re sewqî dadgehê hatin kirin, bi îdiaya “bi zanebûn birîndar kirine” hatin girtin.