Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin 2023-05-06 10:22:12   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê polîsan û leşkeran bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin.   Li navend û gundên navçeya Cizîr a Şirnexê duh bi şev leşker û polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan ên li gundê Katran de Şahîn Cîngu, Behmen Selçûk, Serhabûn Taniş û gelek kesên ku navê wan nehatin zanîn hatin binçavkirin.    Hate diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Cizîrê. Sedemê binçavkirinan nehat zanîn.