Qeymeqamê Mîdyadê gefa hilbijartinê li muxtaran xwar 2023-05-06 11:37:13   MÊRDÎN - Qeymeqamê Mîdyadê Ahmet Solmaz ê propagandaya xwe ya AKP’ê didomîne bi gotina “Hûn bi HDP’iyan re li heman cihî bin wê nêzîkatiya me cuda be” gef li muxtaran xwar.    Li Mêrdînê serdanên Walî Mahmût Demîrtaş ê weke qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin hatiye kirin û qeymeqamên navçeyan ên bi armanca propagandaya AKP’ê bikin li gund û mezrayan dane destpêkirin didomin. Hate îdiakirin ku Qeymeqamê Mîdyadê Ahmet Solmaz gef li muxtaran xwariye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Qeymeqam Ahmet Solmaz ê li navçeyê serdana gundan dike, serdana gundên ku Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) dengan zêde jê digire kir. Qeymeqam Solmaz ê rûspiyên gundan kom kirin, xwest di hilbijartinên 14’ê Gulanê de gundî dengê xwe bidin Serokkomarê AKP’î Recep Tayîn Erdogan û AKP’ê.   Li gorî agahiyên ji gundiyan hatin wergirtin, Solmaz ê îdia kir ku “xizmeta” ji gundan re tê kirin xêra AKP’ê tê kirin û pişt re li gundan bi muxtaran re hevdîtin kiriye. Muxtarên ku ji bo ewlehiyê nexwestin navê wan bê aşkerekirin jî diyar kirin ku Qeymeqam Solmaz aniye ziman ku haya wan ji dengên beriya niha ji HDP’ê re derketine heye û gefa ku ji gundê wan ji bo HDP’ê deng dernekeve xwariye. Muxtaran ragihand ku Solmaz ji wan re xeber gotine û qala Partiya Çepên Kesk kiriye û wiha gotiye: “Hûn bi HDP’iyan re li heman cihî bin wê nêzîkatiya me cuda be.”   Muxtaran da zanîn ku li dijî gefên Qeymeqam Solmaz bersiva “Em nikarin mudaxileyî gundiyan bikin ku dêngê xwe bidin kê. Em nikarin hatina wan jî asteng bikin” dane û anîn ziman ku heqareta li wan hatiye kirin qebûl nakin.   TEV LI KAMPANYAYA ‘ERÊ’ YA ERDOGAN JÎ BIBÛ    Kaymakam Solmaz, di dema Qeymeqamê Navçeya Ûlûbey a Ûşakê bû jî di referandûma “guhertina qanûna bingehîn” de ku di sala 2017’an de hatibû kirin, bi rêya hesabê xwe yê medyaya dîjîtal beşdarî kampanyaya “Erê” ya AKP’ê bibû û ligel ku giliyê wî hatibû kirin jî derbarê wî de tu lêpirsîn nehatibû vekirin.