Li 3 bajarên di erdhejê de hilweşiyayîn 4 qad weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin 2023-05-06 12:12:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi Biryarên Serokkomariyê re li bajarên Meletî, Hatay û Dîlokê ku di erdhejên Mereşê de bi dehhezaran mal lê hilweşiya bûn, 4 qad weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin.    Bi Biryarên Serokkomariyê yên di Rojnameya Fermî de hatin weşandin re, hinek herêmên ku di erdhejê de hilweşiya bûn, weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin. Li gorî Biryarnameya Serokkomariyê ya Têkildarî Kargehên Pîşesaziyê yên di Çarçoveya Rewşa Awarte ya bi hejmar 136’an de, li herêmên ku di erdhejê de bi dehhezaran mal lê hilweşiyayîn ji ewil biryar ji bo qadên pîşesaziya biorganîze hatin dayîn.    Li gorî biryarên bi îmzeya Erdogan hatine weşandin; Çirmik a Meletiyê, Islehiye û Nûrdagi yên Dîlokê û Kirikhan a Hatayê weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin.