Ji namzetê AKP’ê yê Êlihê bertîla hilbijartinê 2023-05-06 13:00:38   ÊLIH - Namzetê AKP’ê yê Êlihê Ferhat Nasiroglû, ji gelek navnîşanan re qartên bi bihayê hezar lîre şandin û deng xwestin.   AKP, li Êlihê bi belavkirina pereyan xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Namzetê AKP’ê yê Êlihê Ferhat Nasiroglû ku weke “Îhalekarê dewletê” tê binavkirin, bi navê Weqfa Necat Nasiroglû ya bi navê bavê wî hatiye avakirin, ji gelek navnîşanan re qertên bi bihayê hezar lîre şandin. Di buroşura qertê Nasiroglû ya hilbijartinê de bal kêşe ku qala Mizgefta Esentepe ku 2 karker lê mirin û 20 jî birîndar bûn hate kirin.    Avakirina Mizgefta Esentepe ya hate îdiakirin wê tahsîsî Hîzbûllahê bê kirin, tevî pêvajoya darazê jî ji bo ku di propagandaya hilbijartinê de bi kar bînin hatibû temamkirin.