Li Tekîrdagê 4 kes li ser îtîrazê hatin tehliyekirin 2023-05-06 17:00:54   TEKÎRDAG - Li Tekîrdagê 4 kesên hatibûn girtin, li ser îtîrazê hatin tehliyekirin.    Li Tekîrdagê Nûrsefa Yarar, Sercan Gunduz, Firat Siyah û Metîn Yegîn ên di 27'ê nîsanê de bi îdiaya "propaganda rêxistinê dikin" hatibûn girtin. Parêzerên her çar kesan îtîrazî biryara girtinê kirin. Dadgehê jî biryara tehliyeya her çar kesan da.