Ji bo mitînga Erdogan a li Mêrdînê ji şaredariyê re ferman hate şandin 2023-05-06 17:05:58   MÊRDÎN - Miduriyeta Nivîsgeha Taybet a Walîtiyê ji bo mitînga ku Serokkomarê AKP’î Erdogan dê li Mêrdînê li dar bixe, bi peyama ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a di bin rêveberiya qeyûm de ye şand xwest wesayît û ajokar bên peydakirin.    Walîtiya Mêrdînê û Şaredariya Bajarê Mezin a di bin rêveberiya qeyûm de ye ji bo mitînga ku Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan dê di 10’ê gulanê de li Mêrdînê li dar bixe ketin nava liv û tevgerê.  Miduriyeta Nivîsgeha Taybet a Walîtiyê ji bo mitîngê, bi peyama ku ji Serokên Daîreyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a di bin rêveberiya qeyûm de ye şand diyar kir ku kêmasiya wesayît û ajokaran heye û xwest ajokarên di şaredariyê de dixebitin ji bo mitîngê bên amadekirin. Di peyamê de hate xwestin ku ji bo veguhestinê wesayît jî bên amadekirin û balkêş e ku bi taybetî hatiye xwestin ku wesayîtên bi vîtesên otomatîk bên amadekirin.    QEYYÛM MILYON XERC KIRIBÛN    Di salên borî de ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di bin rêveberiya qeyûm de bû, derketibû holê ku ji bo mitînga Erdogan wesayît hatine kirêkirin û ji mitîngên Erdogan re bi milyonan lîre hatine xerckirin. Ji bo mitînga Erdogan di serdema qeyûm a beriya niha bi milyonek û 252 hezar lîreyan wesayît hatibûn kirêkirin û bi sedan hezar lîre ji bo xwarinê hatibûn xerckirin. Rêveberiya qeyûm di heman demê de ji bo mitînga Erdogan û serdanên Wezîran bihayê 600 lîreyan diyarî kirîbûn.