Ûçar: Em ê dengê xwe bidin dara xwe ku me ew bi têkoşîna mezin kiriye 2023-05-06 21:15:14   STENBOL-  Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçarê di hevdîtinên gel de yên li Zeytînbûrnû û Sûltangaziyê de diyar kir ku dê AKP-MHP'ê bişînin û got: "Emê dengê xwe bidin dara xwe ku me ew bi têkoşînê mezin kiriye. Mifteya Tirkiyeya nû em in."    Partiya Çepên Kesk, li li buroya Çirpiciyê ya navçeya Zeytûnbûrnûyê bi gel re civiya. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk û Namzeta Parlementeriyê ya Stenbolê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê û namzetên bajêr û bi sedan kes tevlî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de tim dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" hat berzkirin. Her wiha li ber stranên kurdî govend hat gerandin û di govendê de jinan tim lîrand.   'GELÊ KURD DÊ ERDOGAN BIŞÎNE'   Namzetê parlementeriyê yê Stenbolê Hasan Cemal ku di hevdîtinê de axivî destnîşan kir ku ew ê di vê hilbijartina dîrokî de Erdogan bişînin û got: "Yeqîniya min herî zêde bi jin û ciwanan heye. Jin û ciwanên kurd dê Erdogan bişînin."    ‘EM ZAROKÊN DAYIKA TAYBETÊ NE'   Namzet Kamîle Kandalê jî bal kişand ser coşa gel û got ku jinên berxwedêr dê vê desthilatê bişînin. Kandalê wiha axivî: "Me jinan Peymana Stenbolê bi dest xist, lê dijminên jinan ew fesixkirin. Em ê cardin peyamê bînin û vê desthilatê serobino bikin. Em porê Denîz Poyrazê, laçika Dayikên Aştiyê û zarokên Dayika Taybetê ne. Lewma em ê bi ser bikevin."    'HÛN Ê TÊK BIÇIN'   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçarê bi bibîranîna Denîz Gezmîş û hevrêyên wî dets bi axaftina xwe kir. Ûçarê got ew jin û ciwan dê vê detshilatê bişînin û got: "Sedema kûrbûna krîza li vî welatî ev desthilat e. Hûn kesên ku li meclisê li fiyetê fîşekan dipirsin hûn ê têk biçin."    Ûçarê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku divê Rêya Sêyan bê xurtkirin û got: "Em ê ji bo parlementoyê dengê xwe bidin dara xwe ku me ew bi têkoşînê mezin kiriye û ji bo rejîma yekzilaî biçe jî em ê dengê xwe ji bo serokkomariyê bidin Kiliçdaroglû. Em ê bi hev re jiyana nû ava bikin. Em li vir in, em ê bi jin û ciwanan re bi ser bikevin."    SÛLTANGAZÎ   Partiya Çepên Kesk li navçeya Sûltangaziyê li Parka Geziyê bi gel re civiya. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk û Namzeta Parlementeriyê ya Stenbolê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê, namzetên bajêr, Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu û bi sedan kes tevlî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de jinan tim lîran û ciwanan jî dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.    Di hevdîtinê de namzeta bajêr Ozgul Sakiyê destnîşan kir ku desthilata heyî 22 sal in welêt bi polîtîkayên nefretê bi rê ve dibe û got: "Em ji kesên ku li Kurdistanê dibêjin 'jin, jiyan, azadî' dizanin ku dê ev dorpêç bê tarûmarkirin. Serketin dê ya me be. Girtin her tim hebû, lê ji ber ku coşa me desthilatê ditirsîne, em her tim bi binçavkirinan şiyar dibin. Em ê di 15'ê Gulanê de bi coşeke mezin hevalên xwe yên girtî wergirin. Sibê hevdîtina me ya jinan heye, divê em vê coşê bibin wir."    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçarê jî got: "Mifteya Tirkiyeya nû em in. Li hemberî van êrişan vîna gel heye. Divê hevalên me yên ciwan bibin muşahid. Ji serketinê re hindik ma."