Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin 2023-05-07 09:50:57   DÊRSİM - Dikandarên li Dêrsimê destnîşan kirin ku krîza aborî ya kûr dibe di encama polîtîkayên şer ên desthilatê de ne û wiha got: “Ji bo ji konsepta şer were derketin divê desthilat bê guhertin.”   Li Dêrsimê ku polîtîkayên şer ên bûne polîtîkaya bingehîn a desthilata AKP'ê ya 21 salan hat dijwarkirin, li aliyê din jî gel bi krîza aboriyê ya kûrdibe re bi xizaniyê re rû bi rû ye. Gelên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku ji bo guhertinê girîngiyeke mezin didin hilbijartinên 14’ê Gulanê, ji bo çareseriya pirsgirêkên kûr bûyî îşaret bi guhertina desthilatê dikin.    Dikandarên ku li Dêrsîmê bûne hedefa polîtîkayên desthilatê yên me mîkrofon dirêjî wan kir, anîn ziman ku guhertin bivê nevê ye.    ‘DIVÊ DESTHILAT BIÇE’    Yek ji dikandaran Cîhan Hûnçoglû, qala şer a li bandora krîza aborî kir û wiha got: “Dema pêvajoya şer dijwar dibe, em bi krîzên cidî re rûbirû dimînin. Her cure krîz bi awayekî bi aboriyê re têkildar dibe. Bi krîza demokrasî û mafên mirovan re dibe yek. Di dawiya rojê de mirovên ku li vê herêmê li ser vê erdnîgariyê dijîn bi krîzeke kûr re rûbirû dimînin. Ji ber vê desthilatê jî konsepteke şer pêşxist em bi pirsgirêkên cidî re rûbirû man. Beriya niha jî pirsgirêkên me yên aborî hebûn. Ji ber em civakên ku nikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin, em her tim dibin xala dawî ya pirsgirêkan û ewil em jê bandor dibin. Ji bo ku ji konsepta şer bê derxistin divê desthilat biçe. Pêşengiya guhertinê perspektîfa Partiya Çepên Kesk e.”   ABORÎ ŞIBAND ‘TÎTANÎKÊ’    Songul Yildirim a kargeha wê ya zînetan heye, rewşa ku dikandar di nav de ne şiband Keştiya Tîtanîkê û wiha got: “Ew avê digire noq dibe, ez hem ji aliyê aboriyê hem jî ji aliyê civakî derbê li ser derbê dixwim û îflas dikim. Lêçûna min zêde bû. Mesrefên perwerde, hîndekarî, tenduristî gihişt asta dawiyê. Em hatine rewşeke ku nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn pêşwazî bikim. Têra nake nikarin qezenc bikin, xerc bikin. Em ji wir ji vir kêm dikin û xelas dibin.”   Yildirim, destnîşan kir ku guhertin bivê nevê ye û wiha berdewa kir: “Ya girîng ew e ku mirov li ser piyan bisekine û bêjê ez li vir im. Ez jî wê dikim, ez li vir im, hûn li ku ne?”   ‘EM MÛHTACÎ PÎVAZÊ BÛN’    Yek ji dikandaran Bulent Yuksel jî anî ziman ku mirov hatine asta ku nikarin dan û stendinê bikin. Yuksel, diyar kir ku bi deynan kar bi rê ve dibin û wiha got: “Em di 21 salan de hînî êşê bûn. Çawa êş tê kişandin, çawa birçî dimînin, çawa bi zikê birçî tê razan? Em hînî van bûn. Sosyete jî mûhtacî pîvazê bû. Ez birçî mam, rojên ku ez bên nan û av mam çêbûn. Dema min xwarinek çêdikir hesaba ka ez ê çend rojan bixwim dikir. Ji bo gelên Tirkiyeyê guhertin dê baş be. Divê herkes hesaba xwe bike, dema çû sindoqê divê dengê xwe li gorî mantiqê bide. Pêdivî bi guhertinê heye.”   ‘PEREYÊ EM DIGIRIN EM NIKARIN DEYNIN ŞÛNÊ’    Halîde Erk a dikandara 30 salan, bal kişand ser bandora zeman a li dikandaran û ev tişt gotin: “Em pereye digirin nikarin deynin şûnê. Şelê ku em sibê bi 100 lîreyî difirorşin piştî nîvro dibe 130. Bikir jî matmayî dimîne. Em vê re nagihin. Edî bila ev desthilat bê guhertin. Bila bêkarî bi dawî bibe, erzanî û zêdebûyîn hebe.”   BEXDENÛS BÛYE 7 LÎRE   Saniye Îldenîz a bi çêkirina nanê sêlê debara xwe dike jî diyar kir ku ji aliyê aboriyê ve zehmetiyê dikişinin û wiha got: “Divê êdî desthilat were guhertin. Em destikekî bexdenûsê 7 lîre kîloyeke pîvazan 30 lîreyan dikirin. Divê hûn çawa hesabê bikin? Ger wisa be, dema xwê xelas dibe dikarin encax xwê bistînin, dema yax xelas dibe tenê pereyê yax dimîne. Hûn qet nikarin karkeran bidin xebitandin ji ber ku mûçe tûne. Kargeh a min e lê mûçeyê min jî nîne. 2-3 lîre zêde dibin wê jî ji ber pirsgirêka kire zêde dikim. Ez nanê sêlê, patîleyan çêdikim lê nikarim penîr bistînim. Heke ez penîr bikirim divê ferqa wê ji we bigirim. Wê bikim jî êdî hûn nayên li vir naxwin. Ji ber wê niha tenê bi toraq çêdikim. Bi rastî jî gelek bi biha ye. Em di pêvajoyeke bipirsgirêk de ne.”   PÊDIVIYÊN BINGEHÎN NAYÊN PÊŞWAZÎKIRIN   Îldenîz, bi lêv kir ku ew bi xwe jî nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn pêşwazî bikin û wiha berdewam kir: “Ez 6 meh in nikarim goşt bixwim. Nikarim ji xwe re pêlavekê bistînim. Berê me pêlavên lastîk dikirin pê xwe lê niha ew jî bûye 450 lîre. Êdî nikarin wê pêlava lastîk jî bistînin. Divê êdî desthilat were guhertin. Ez ê dengê xwe bidim kesên ku cihekariyê nakin, rast û dirûst, derewan nakin û kedê naxwin. Yekane kesê ku ez dixwazim vî welatî bi rê ve bibe Kiliçdaroglû ye.”   MA / Eylem Akdag