Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye 2023-05-07 15:25:20   EDENE - Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye.    Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê li dar xist. Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAY-DER), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hikûkî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan û gelek kes beşdarî kongreyê bûn.    Li eywana kongreye pankartên “Tecrîd û mirinên li girtîgehan bi dawî bikin” , “Ji girtiyên nexweş re azadî” hatin daliqandin. Di kongreya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.    AKDAG: TECRÎD BELAVÎ HEMÛ ROJHILATA NAVÎN BÛYE    Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag qala zextên li girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir. Akdag bal kişand ku tecrîda bi Îmraliyê dest pê kir niha belavî hemû Rojhilata Navîn bûye û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di sala 1999’an de di encama komploya ku em jê re bibêjin ‘reş’ hate girtin. Ji wê rojê heta niha li ser wî tecrîdeke giran tê birêvebirin. Di serî de Abdullah Ocalan ev tecrîd li ser hemû gelê kurd û Rojhilata Navîn belav dibe. Ji axaftina bi telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de ve nêzî 26 meh in ne parêzerên wî ne jî malbata wî ji Birêz Abdullah Ocalan agahiyan nagirin. Ne tenê ji birêz Ocalan ji Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Îmraliyê bi wî re tên ragirtin jî tu agahî nayên girtin.”   ‘PÊŞÎ LÊ TÊ GIRTIN KU EV FELSEFE NEGIHE GEL’    Akdag, anî ziman ku bi tecrîdê hewl tê dayîn felsefeya Ocalan negihe gelê kurd û da zanîn ku hewl tê dayîn ku ruhê berxwedan û azadiyê yê gelê kurd tune were hesibandin.    HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJARTIN    Piştî ku di kongreye de raporên xebat û malî hatin xwendin AATUHAY-DER’ê bi hilbijartinê rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Ji hevserokatiya komeleyê re Nûran Kaya Ozdeş û Mûstafa Koç hatin hilbijartin.