Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke 2023-05-07 16:47:27     ŞIRNEX - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal di mitînga Şirnexê de bang li hezaran kesan kir û wiha got: “Vaye bila Cûdî jî şahid be ku em ê deriyên Îmraliyê vekin. Derfeteke dîrokî di destê me de ye. Mohra ku em li bin wê darê didin dê deriyên Îmraliyê veke.”    Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navenda Şirnexê mitîng li dar xist. Li gel ku qada mitîngê 9 km’an dûrî navenda bajar jî bû, bi hezaran kes herikîn qada mitîngê. Beşeke mezin a girseyê bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li mitîngê bûn û rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Hêj jî gel diherike qada mitîngê û li qadê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” olan didin. Di mitîngê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û namzetên parlamenteriyê yên bajar bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Bi hezaran kesan li ber stranên kurdî xelekên govendê gerandin.    CEYRAN HATIN BIRÎN!   Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştî axaftinên namzetên parlamenteriyê, ceyran hatin birîn. Li ser vê yekê bi hezaran kesan xelekên govendê gerandin û wan bi xwe stran gotin. Ciwan û jinên ku xelekên govendê yên mezin gerandin, rê li ber dîmenên rengîn vekirin.    ‘SERKEFTIN A ME YE, SERKEFTINA BOTANÊ YE’   Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr di mitîngê de axivî û wiha bal kişand ser berxwedana gelê Botanê: “Em raperina ‘Jin, jiyan, azadî’ne, em dengê azadiyê ne, em li dijî Dehaqan, Kawayên Hesinkar in. Botan hûn amade ne? Hûn dizanin ku tifaqa AKP'ê û MHP'ê gelek polîtîkayên qirêj xistin meriyetê. Xwestin ku vîna gelê Botanê teslîm bigirin lê me li hemberî van polîtîkayên wan li ber xwe da û em li ber xwe didin. Ev partî partiya ciwanan e, partiya jinan e û em bi we serbilind in. Ji bo daxwaz û armancên we canê me feda ye. Di Newrozê de jî gelê kurd vîna xwe û navnîşana xwe eşkere kirin. Em ji bilî azadiyê û mafê xwe tu tişteke din naxwazin. Gelo Botan li hemberî zilma wan amade ye? Botan rûmeta Kurdistanê ye, Botan dê mohra xwe li binê darê bixe. Me tu carî vîna xwe radestî dijmin nekir û em ê nekin. Ev hilbijartine dê sedsala me diyar bike, pêşeroja zarokên me diyar bike. Ew kirasê koletiyê ku wan dixwest li me bikin, me çirand. Serkeftin a me ye, em ê di 14'ê gulanê de bi ruhê Newrozê biçin ser sindoqan û biryara xwe ya guhertinê bidin. Me tu caran li hemberî êrişên wan serî netewand û em ê netewînin. Dem dema serkeftinê ye, serkeftin a Botanê ye.”   ‘EM Ê BERSIVA PÊWÎST BIDIN’   Piştre jî ji namzetan Bedîrhan Osal derket ser dikê. Osal, îşaret bi girseyê kir û wiha got: “Bila dost û dijmin li vê qadê binêrin. Ew kesên ku digotin,' du kesan nikarin binîn ba hev' bila baş lê binêrin. Vaye qad, vaye mitîng. Ev coş û kelecan ji wan re bese. Ev bi salane li ser partiya me her cureyên êrişan pêk anîn. Tehemûla wan ji bo me nîne. Îro bi hezaran siyasetmedarên me di girtîgehan de ne. Lê em ê di 14'ê Gulanê de biçin sindoqan û bersiva herî xurt bidin wan. Em ê ji wan re bêjin li hemberî hemû polîtîkayên we yên înkarkirinê û tunehesibandinê em li vir in û biryara xwe didin. Mal bi mal, kolan bi kolan em ê bigerin û heta 14'ê Gulanê em ê bixebitin. Em ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Heta ku encamên hilbijartinê neyên eşkerekirin bila gelê me sindoqên xwe neterikîne.”    ‘ÇAVÊ KURDISTANÊ LI BOTANÊ YE’   Ji namzetan Ayşegul Dogan jî got ku çavê tevahiya Kurdistanê li Botanê ye û ev tişt anî ziman: “Yên ku rûmeta nemir dike hûn in, yên ku nirxên me nemir dikin hûn in. Dem dema xwedîderketina van nirxan e. Niha hin coşa me dibînin, xemla me dibînin û bizanin ku çavê her derê li me ye. Çavê Kurdistan û derveyî welat li me ye. Divê Botan hêza xwe nîşan bide û bi ser keve. Dibêjin ku derd û kulên wan pirsgirêka kurd e, derd û kulên wan Îmrali ye, birêz Ocalan e. Derd û kulên Partiya Çepên Kesk zimanê kurdî ye, derd û kulên me Tifaqa Kurdistanê ye. Derd û kulên me ne siyasî û şexsî ne lê civakî ne. Em dizanin heke ku pirsgirêkên heyî neyên çareserkirin û tecrîd neyê rakirin, pirsgirika aborî jî çareser nabe. Êdî bes e ji vê îktîdarê re. Em ê dengê xwe bidin xwe û hûn çi bixwazin em ê wê bikin. Em zimanê we ne, nasnameya we ne. Em alîgerên çêkirinê û ew yên xerabkirinê ne. Em ava dikin, ew xerab dikin. Baweriya me bi Botanê heye ku dê 4 parlamenteran bişînin meclisê.”    ‘EM Ê BIKIN SEDSALA SERKEFTINÊ’   Di mitîngê de ji namzetan Mehmet ZekÎ Îrmez jî bi lêv kir ku wan tevî her cureyên zextan jî tu carî dev ji daxwaza xwe ya azadiyê bernedane û wiha dirêjî da axaftinx we: “Ew çi bikin bila bikin, me bigirin, qir jî bikin em dev ji têkoşîn û azadiya xwe bernadin. Vaye qad, vaye berxwedan. Dek û dolabên wan hene, listîkên wan hene. Ev 40 sal in li ser warê me, gelê me qirkirinekî didin meşandin. Lê gelê me li dijî van têkoşîna xwe bilindtir kiriye. Em hatine merheleya serkeftinê û azadiyê. Rayedarên dewletê gefan li gelê me dixwin lê em ê vê qebûl nekin. Çawa ku me beriya niha li hemberî qirkirina we, talankirina we me serî netewandibe, dê dîsa jî serê xwe netewînin. Deng namûs e û nayê firotin. Walî, qeymeqam û leşker sûc dikin. Piştî 14'ê gulanê hûn ê hesaba vê bidin. Divê herkes bi vê zanebûnê nêzî hilbijartinê bibe. Em bang li gelê xwe dikin; wer in em hêza xwe bikin yek, dengê xwe bikin yek vê sedsalê serkeftineke mezin bi dest bixin.”   ‘EM Ê DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN’   Ji namzetan Newroz Uysal jî got ku bila Cûdî bibe şahid ku dê deriyê Îmraliyê û hemû girtîgehan vekin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku ev derî vedibin jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo ku em bikaribin di nava civaka xwe de azad bijin, firsendeke dîrokî di destê we de ye. Ew jî mohra di destê we de ye. Ciwanên ku nû dengê xwe bikar bînin divê ku yek dengê wan neşewite û vala neçe. Ji bo ku em her 4 namzetên xwe bişînin parlementoyê em ê 14'ê gulanê biçin ser sindoqê û bi hevre serbikevin.”