‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’ 2023-05-07 20:59:00   BÛRSA – Di mîtînga Bûrsayê de îşaret bi azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat kirin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar got: “Deklerasyona ku birêz Ocalan şandiye hê jî bi me re ye. Ev deklerasyon dikare bê pêkanîn.” Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayîp Temel jî got: “Baweriyê bi desthilata AKP’ê neyni9n, li Îmraliyê hevdştin tune ye, tecrîd heye.” Partiya Çepên Kesk, li Parka Merînosê ya navçeya Osmangaziyê ya Bûrsayê mîtîngek li dar xist. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, namzetê parlementeriyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel û Başak Demîrtaş tevlî mîtîngê bûn. Qada mîtîngê bi alayên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin û pankarta li ser “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin” nivîsandî hat daliqandin. Girseyê li ber stranên kurdî govend gerand û tim dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Kujer Erdogan” berz kirin. BI YEKDENGÎ: BIJÎ SEROK APO Her wiha li mîtîngê ya herî zêde xwe da der jî daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Girseyê tim bi yekdengî got “Bijî Serok Apo”. Di mîtîngê de ewilî namzetê parlementeriyê Necdet Îpekyuz axivî. Îpekyuz bi kurdî û tirkî girseyê silav kir. Îpekyuz bilêv kir ku ji bo çîroka aştî û demokrasiye bihûnin bir ê ketine û got ku ew li vir in û ew ê bi hev re biguherînin. Îpekyuz got: “Em ê seltenata hermaiyan birûxînin.” Paşê navê siyasetmedarên girtî yek yeko hatin bilêvkirin. Gava navê siyasetmedaran yeko yeko hatin gotin griseyê jî bi yekdengî got, “li vir e.” Paşê namzeta parlementeriyê ya bajêr Ceylan Erol Erdoganê axivî. Erdoganê jî bal kişand ser Peymana Stenbolê û got ku jin dê vê desthilatê bişînin. Paşê namzetê parlementeriyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek axivî. Çîçek jî got dê heya 14’ê Gulanê alayên wan neyên xwarê û dê fîşa ampûlê bê kişandin. Paşê jî Başak Demîrtaş axivî. Demîrtaşê jî girseyê silav kir û silavên Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê bere SelahattşN Demîrtaş ragihand girseyê. TEMEL: LI ÎMRALIYÊ HEVDÎTIN TUNE YE, TECRÎD HEYE Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayîp Temel jî destnîşan kir ku dê hesabê hemû komkujiyan bipirsin û got: “Em dizanin ku zilma li ser gele kurd bi tecrîda Îmraliyê dest pê kiriye. Dibêjin ku dewletê hevdîtin bi Ocalan re kiriye. Em parlementer dibêjin, li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye. Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, têkoşîn heye. Baweriyê bi desthilata AKP’ê neynin. Hem muxalefet hem jî desthilat der barê tecrîda Îmraliyê de tiştên şaş dibêjin. Em dibinin ku AKP-MHP heqîqeta birêz Ocalan esas nagire. Lê wê AKP-MHP bi saya ciwanan biçe.” ÛÇAR: EM Ê MESELEYA KURDÎ BI MUXATBÊN WAN RE ÇARESER BIKIN Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi coşa bi hezaran hat pêşwazîkirin. Ûçarê destnîşan kir ku desthilat meseleya kurd ji nedîtî ve tê û got: “Di pêvajoya aştiyê de mirov nemirin û di serî de gelê kurd tevahiya civakê dît ku aştî pêkan e.” Gava Ûçarê wiha got, bi hezaran kesî bi yekdengî silav ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şandin. Ûçarê axaftina xwe wiha domand: “Deklerasyona ku birêz Ocalan di 2013’an de şand hê jî bi me re ye. Ev deklerasyon dikare bê pêkanîn. Şandina vê desthilatê ku şer li gelan ferz dike, di deste me de ye. Çareseriya vê jî ew e ku Partiya Çepên Kesk bi awayekî bihêz biçe meclisê. Di 14’ê Gulanê de dê jin û gel bi ser bikevin. Rêya me vekirî be, serkeftin an serkeftin.” Mîtîng bi govendgerandinê bi dawî bû.