Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e 2023-05-08 09:03:01 MELETÎ -  Apê Sebahat Tuncel, Mehmet Tuncel bi lêv kir ku partiyên pergalê heta niha ji bo elewiyan tu tişt nekirine û wiha got: “Banga min ji bo elewiyan û hemû pêkhateyên bindest ew e ku dengên xwe bibin Partiya Çepên Kesk. Ji ber ku xelasiya me bi wan dibe.”    Partiya Çepên Kesk li Meletiyê amadekariyên xwe yên hilbijartine bênavber didomîne. Partiya Çepên Kesk ku li gund, navend û navçeyên Meletiyê serdana welatiyan dike, di vê hilbijartinê de ji xwe re kiriye armanc ku herî kêm parlamenterekî/ê bişîne meclise. Di hilbijartina dawî de li Meletiyê AKP’ê 4, CHP û MHP jî parlamenterek şandibûn meclise. Lê ji ber erdhejê, di vê hilbijartinê de li dijî AKP-MHP’ê bertekên mezin hene. Li hêla din ji ber ku CHP’ê pirsgirêkên elewiyan nexist rojevê, civaka elewiyan li dijî CHP’ê bi bertek e. Tê payîn ku Partiya Çepên Kesk di vê hilbijartinê de dengên xwe gelek zêde bike.    Tekildarî mijarê apê siyasetmedara kurd û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel ku niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, Mehmet Tuncel bi ajansa me re axivî û bang li elewiyan kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    'PARTIYA ÇEPÊN KESK DENGÊ BINDESTAN E'   Mehmet Tuncel bi lêv kir ku Partiya Çepên Kesk li Meletiyê xebatên xwe bênavber didomînê û wiha got: "Partiya Çepên Kesk diçe ber deriye hemû kesî. Dewlet, elewiyan tune dihesibîne lewma herî zêde diçin cem elewiyan. Tenê Partiya Çepên Kesk dikare pirsgirêkên elewiyan çareser bike. Partiyên din tevek jî xizmetê ji pergalê re dikin. Lê Partiya Çepên Kesk dengê hemû bindestan e.”    'LI DORA PARTIYA ÇEPÊN KESK BICIVIN’   Tuncel bi domdarî destnîşan kir ku elewî tenê di Partiya Çepên Kesk de dikarin bên temsîlkirin û wiha pê dê çû: “Heke Partiya Çepên Kesk di meclisê de bihez bibe, di di derxistina qanûnan de diyarker be. Qanûnên heta niha ji meclisê derketin xizmet ji gel re nekirin. Lewma divê hemû kes piştgiriyê bide Partiya Çepên Kesk. Tenê Partiya Çepên Kesk dikarê me temsîl bike. Heta niha tu feydeyeke partiyên pergalê negihiştiye elewiyan û gelên Meletiyê. Heta niha her tim Partiya Çepên Kesk û mîrateya jê tê li cem me bûn. Lewma tenê Partiya Çepên Kesk dikare nûnertiya me bike û divê hemû kes li dora wê bicive.”    'CHP’Ê NEKARÎ PIRSGIRÊKÊN ELEWIYAN ÇARESER BIKE'   Bi domdarî Tuncel diyar kir ku Partiya Çepên Kesk li her devera Meletiyê bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin û ev tişt anî ziman: “CHP’ê bi dengên elewiyan parlamenterek derxist lê ji bo çareserkirina pirsgirêkên elewiyan tu gavek neavêt. Lewma elewî di ferqê de ne ku tenê Partiya Çepên Kesk dikare pirsgirêkên wan çareser bike. Dilê elewiyan ji CHP’ê ma ye û dê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Dibînin ku CHP wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û tu pirsgirêkan çareser nake.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ LI ELEWIYAN KIR   Di berdewamê de Tuncel destnîşan kir ku dengê Partiya Çepên Kesk zêde bûne û axaftina xwe bi vê bangawaziyê bi dawî kir: “Di hilbijartinan de ji wedî 40’ê elewiyan deng dabûn me. Lê xuyaye ku dê ev rêjeya bibe ji sedî 60. Elewî êdî gavên şênber dixwazin. Di vê mijarê de tenê Partiya Çepên Kesk hêviyê dide. Banga min ji bo hemû elewiyan û pêkhateyên bindestan ew e ku piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk. Ji ber ku xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e.”    MA / Mahmût Altintaş