Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye 2023-05-08 09:21:11   ÎZMÎR - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îzmîrê psîkolog Mevlut Ulgen diyar kir ku heke partiya wan bi awayekî xurt bikeve parlamentoyê dê hemû fikar û bêhêvîtî ji holê rabin. Ulgen, got ku baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye.    Kampanyayên hilbijartinê yên partiyên muxalîf di nava civakê de rê li ber hêviyeke mezin vekiriye. Welatiyên ku li hemberî bêkarî, bihabûna jiyanê û krîzên civakî li ber xwe didin, bêhêvîtiya heyî belav kir û êdî ji guherînê bibawer e. Li gorî lêkolînên cemaweriyê û dîmenên di mitîngên partiyên muxalîf de derdikevin holê, gelemperiya civakê li gel guherînê ye.    Li rexekî hêviya ji bo guherînê roj bi roj mezintir dibe û li rexa din jî partiyên muxalîf li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kolan bi kolan xebatên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li her kolanên Îzmîrê bênavber xebatan dikin. Ji namzetên Îzmîrê psîkolog Mevlut Ulgen, têkildarî rewşa gel û dengê kolanan axivî.    REŞBÎNÎ VEGUHERÎ HÊVIYÊ   Ulgen, anî ziman ku ev demekê dirêje li qadê xebatên xwe didomînin û wiha got: “Yek ji çavdêriyên me yên herî mezin a li qadê, îradeya ji bo rizgariya ji rejîma yekzilamî ye. Dema mirov jidil nêzî welatiyan dibe, ev hest yekser derdikeve holê. Gelemperiya gel êdî di wê baweriyê de ye ku dê Erdogan têk biçe. Di vê mijarê de li gorî demên berê hêviyeke mezintir heye. Ev demekî dirêj bû ku civak di nava reşbîniyekê de bû. Ji ewil pandemî piştre jî erdhej bi serê me hat. Her wiha rageşiyeke ji ber zexta îktîdarê hebû. Lê li rexa din jî bêkarî û krîza aborî heye. Vê yekê jî bi xwe re civakeke bêhêvî, şermok û ji xwe nebawer afirand. Lê ev rewşa reşbîniyê veguheriyê hêviyê.”   'MUXALEFETÊ HÊVÎ AFIRAND’   Bi domdarî Ulgen diyar kir ku vê hêviyê eleqeya xwe bi helwesta muxalefetê heye û wiha pê de çû: “Hem xebatên ku em li qadan dimeşînin, hem jî helwesta me ya xurt a di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di sala 2019’an û di ya serokkomariyê ya 14’ê Gulanê de ji hêla gel ve hatiye qebûlkirin. Her wiha kampanyaya Kiliçdaroglû dimeşîne, êdî baweriya ‘Em êdî dikarin Erdogan têk bibin’ bi xwe ra aniye. Ev asta hêviyê jî piştî ku mirovan guherîn dîtin pêş ket. Gelên Tirkiyeyê hêj di nava fikaran de bê ka dê krîzên piralî yên îktîdara AKP-MHP’ê afirandine çawa bên çareserkirin. Lê hêviya rizgariya ji îktîdarê û bêhnstandinê pir xurt e.”    RUHÊ 7’Ê HEZÎRANÊ   Di berdewamê de Ulgen daxuyand ku sedema herî mezin a fikara heyî ya di nava civakê de bêbawerî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civak dixwaze Erdogan biçe lê li dijî Tifaqa Milet jî fikarên wan zêde ne. Sedema van fikaran jî avadaniya wan a rastgir e. Meyla wan li ser domandina avadaniya dewletê ya statûkoparêz e û ev yek jî di nava civakê de rê li ber fikaran vedike. Bi taybet jî hilbijêrên çepgir û li gel demorasiyê di nava van fikaran de ye. Di nava vê fikarê de ye; ‘Erê rast e em ê Erdogan bişînin lê gelo îktîdara piştî wan dê di mijara demokrasî û aştiyê de gavekî biavêje yan na?’  Lewma jî helwesta me ya li gel demokrasiyê, eleqeya ji bo me zêdetir dike. Eleqeyeke mezin a gel ji bo Partiya Çepên Kesk heye. Lê nizanim dê ev yek çiqas veguhere dengan. Lê ez dikarim bibêjim ku li qadê rewşeke 7’ê Hezîranê derbas dike heye.”   'BIHÊZBÛNA ME DÊ FIKARAN JI HOLÊ RAKE’   Ulgen, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî min dê encamekî ku anketan jî mat bike derkeve holê. Heke Partiya Çepên Kesk li Îzmîrê 6 parlamenteran derxîne ev yek dê nebe surprîz. Ji bo fikarên li dijî Tifaqa Milet ji holê rabin, divê Partiya Çepên Kesk di hilbijartinan de pir xurt derkeve. Lê hewldanên me bi tena serê xwe dê têr neke. Lewma divê em di rojên pêş de eniya muxalefetê mezintir bikin, civakê birêxistin bikin û Tifaqa Ked û Azadiyê mezintir bikin. Bi guherîna îktîdarê re gel dê bêhnekî bistîne. Lê heke ev guherîn heta demekî dirêj bi xwe re çareserkirina pirsgirêkên civakî neyîne, heke krîzên di mijarên demokrasî, edalet û aştiyê de neyên çareserkirin, dibe ku ev krîz hêj bêhtir kûr bibin. Lê ez dikarim vê yekê bi dilrehetî bibêjim; weke Partiya Çepên Kesk tehemûla me ji bo bêhêvîtiyê nîne. Em ê her bibin hêviya civakê.”    MA / Tolga Guney