Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e 2023-05-08 09:56:56   AMED - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Tekîn Sakik û Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan destnîşan kirin ku ev hilbijartineke dîrokî ye û ji bo muşahidbûyînê bang kirin.    Li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji hilbijartinên serokkomariyê û yên giştî yên 14’ê Gulanê re pir hindik ma. Ji ber nelirêtiyên di hilbijartinên borî de, di vê hilbijartinê de jî ewlehiya sindoqan bûye cihê nîqaşan.    Partiya Çepên Kesk, ji ber cara ewil dê daxilî hilbijartinê bibe, nikare bi awayekî fermî kesî li ser sindoqan wezîfedar bibe. Partî tenê dikare muşahidan wezîfedar bike. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk ya Amedê Pinar Sakik Tekîn û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Zeyyat Ceylan têkildarî mijarê axivîn û bang li amediyan kirin ku bibin muşahidê Partiya Çepên Kesk.    BANGA JI BO MUŞAHIDIYÊ   Hevberdveka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekînê bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha berdewam kir: "Em ê di 14’ê gulanê de di pêvajoyeke pir dîrokî û dijwar de, tevlî hilbijartinê bibin. Em di wê baweriyê de ne, her dengê ji bo Partiya Çepên Kesk, wê bibe hêviya siberojê û wê civakê biguherîne. Bi baweriya ku wê bi pêşengiya jinan dîroka sedsaliya duduyan a komarê bê nivîsandin. Em bi taybetî jin û ciwanên xwe vedixwînin dengdanê. Piştî dengdanê jî divê xwedî li sindoqaan û dengan bê derketin. Di heman demê de her dengek mûşahidek e. Ji ber ku em ê yekem car bi navê Partiya Çepên Kesk bikevin hilbijartinê, em nikarin bibin berpirsên sindoqan. Bi taybetî jî di vî warî de banga me li gelê me heye. Di hilbinartinên berê de, ji ber ku sindoq di bin kontrola kesekî de bûn, me nikaribû encama dawî ya di sindoqan de bi dest bixe. Ji ber vê yekê em fêr bûn ku piştî dengdanê divê em cihê xwe neterikînin û heta dawiyê sindoqên xwe biparêzin. Bi vê hesasiyetê em bang li gelê xwe dikin ku biçin buroya hilbijartinê ya herî nêzî xwe û bibin muşahidê dildar. Di heman demê de em dixwazin kesên ku bibin muşahid, sibeha hilbijartinê herî dereng saet di 06.30’an de li ser sindoqan bin û heta encama sindoqê kifş bibe dev ji sindoqê bernedin."   ‘BILA NIKARIBIN DENGÊ ME BIDIZIN’   Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan jî bi birxist ku kesên ku bibin muşahîd ji sibejê heta evarê divê dest ji sindoqan bernedin û ev tişt gotin: "Gelê me yê bi rûmet, ciwanên hêja, hefteyek ji hilbijartinê re maye. Hilbijartina sedsalî ji bo gelê me hilbijartineke dîrokî ye. Ji ber vê yekê em çi bikin bila bikin, divê em xwedî li sindoqên xwe derkevin. Ji bo em xwedî li sindoqa xwe derkevin du rê hene. Yek jê, tevahiyê dengdêrê me dikarin wekî muşahidan tevbigerin û li sindoqên xwe û dengê xwe xwedî derkevin. Yan din jî, em bang li ciwanan dikin ku ji bo xwedîderketina li sindoqan bibin muşahid. Ji me re muşahidbûyîn pir gîring e. Divê em ji şeveqê heta evarê xwedî li sindoqên xwe derkevin. Bila nikaribin dengê me bidizin. Bila nikaribin vîna me desteser bikin. Em ji niha ve serkeftinê ji gelê xwe re dixwazin. Dîsa Em, Dîsa Em.”