Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin 2023-05-08 13:16:09   ENQERE - Ji ber çalakiyên “Em nikarin debara xwe bikin” derheqê rojnameger Oznûr Deger û 16 kesan de bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” doz ahtibû vekirin. Yekemîn danişîna dozê hate taloqkirin.    Rojnameger Oznûr Deger a girtî jî di nav de derheqê 17 kesan de ji ber çalakiya “Em nikarin debara xwe bikin” a di 28’ê mijdara 2021’an de bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 18’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê hate lidarxistin. Beriya danişînê parêzeran xwestin ku polîsên biçek ji eywanê bên derxistin. Li ser daxwazê, polîs ji eywanê hatin derxistin. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.    'MIN DIRÛŞM BERZ KIR JI BER KU NIKARIM DEBARA XWE BIKIM’    Welatiyê bi navê Mûstafa Peroglû di danişînê de parastina xwe kir û got ku mafê xwepêşandanên bêdestûr bi Destûra Bingehîn hatiye parastin. Zarîfe Çamalan jî wiha got: “Dahata min 4 hezar û 800 TL, kirêya mala min jî 4 hezar û 500 TL ye. Me got ku nikarin debara xwe bikin. Ev yek mafê min ê herî rewa ye. Em hêj nû hatibûn cihê çalakiyê ku polîsan êrişî me kirin. Bêguman min li dijî polîsan dirûşm berz kirin. Ji ber ku nikarim debara xwe bikim.”    Hasan Akman jî wiha parastina xwe kir: “Fezlekeya polîsan anîne û weke îdianame danîne pêşiya me. Ji bo dayîna daxuyaniyê hewcehî bi destûrê nîne.” Denîz Gundogdu jî wiha got: “Mudaxaleyeke ku hêj çalakî nehatiye lidarxistin hatiye kirin heye. Divê yên li vê derê bên darizandin hêzên ewlekariyê ne ku êrişî me kirin û em îşkence kirin.”    DEGER: KIŞANDINA TUNDIYÊ PEYWIRA ME YE   Piştre jî rojnameger Oznûr Deger parastina xwe kir ku ji dozeke din girtî ye. Deger, wiha parastina xwe kir: “Di dema bûyerê de min qerta xwe ya çapemeniyê ya JINNEWS’ê nîşan da. Mafê min heye ku li hemû cihên vekirî yên cemaweriyê bûyerê bikişînim. Ev pîşeya me ye; heke tundiyeke polîsan hebe, peywira me ye ku em wê tundiyê bikişînin û vê tundiyê teşhîr bikin. Polîsan, bi awayeke hovane û dijminane êrişî wê girseya dixwest çalakiyê li dar bixe kir. Ez jî nehatim hişyarkirin, amirê polîsan ez hedef nîşan dam û di encamê de ji pişt ve hatim kelemçekirin û binçavkirin. Ziyan gihişte ekîpmanên min. Di îdianameyê de gelek îfadeyên trajîkomîk hene. Dibêjin; ‘tevgerên ne li gorî pîşeya rojnamegeriyê yên li dijî xebatkarên emniyetê.’ Mebesta ji vê gotinê çi ye?”    Bi domdarî Deger wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên li wê derê xwestin mafekî xwe yê demokratîk pêk bînin. Ez jî wekî rojnamegerekê li wir bûm. Polîsan ez hedef nîşan dam. Di dema binçavkirinê de tundî dest pê kir. Hevalên li pişt min dan ber pêhnan, gaza îsotê avêtin wan û hatin binçavkirin. Min jî ew kêlî dikişandin. Dema min dîmen dikişand, polîsan dest bi bikaranîna zorê kir. Ketin pêşiya kameraya min. Ev yek bi awayekî eşkere sûc e. Mafê tu polîsekî nîne ku pêşiya kameraya rojnamegerekê/î dixebite bigire, bikeve pêşiya kamerayê. Navê wî niha nayê bîra min lê komîserê bejin kurt û por spî ez hedef nîşan dam, îşaret bi min kir û fermana ‘binçav bikin’ da. Piştre jî dest bi bikaranîna zorê kirin. Destên min ji pişt ve hatin kelemçekirin, ziyan gihişt trîpod û makîneya min. Heman polîsî fermana ‘serê wê bitewînin’ da. Yên ku divê îro li vir bên darizandin ne em lê polîsên tundî bi kar anî ne. Dema em birin nexweşxaneyê, polîsan nehiştin rapora derbkirinê were standin. Pir zêde gaza îsotê avêtibûn Songul Dogan. Ji bo kontrola tenduristiyê em biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Gazî Mûstafa Kemal. Dema em li baxçeyê nexweşxaneyê, Songul dirêjî erdê kirin, derb kirin û dan ber pêhnan. Destên wê ji pişt ve hatin kelemçekirin û li wesayîtê siwar kirin.”    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Alî Kuşyen jî got ku dema li rawestgehê li benda otobûsê disekiniya hatiye binçavkirin û ev tişt anî ziman: “Polîsê ku tundî dikir, bi hinceta mukavemeta li dijî polîsan em binçav kir. Ez di nava tu koman de nebûm, haya min ji bûyerê tune bû, li benda otobûsê bûm. Ji ber ku polîsan tundî dikir, min got; ‘çi dibe.’”   Di danişînê de parêzeran jî got ku biryara qebûlkirina îdianameyê biryareke derhiqûqî ye.    Danişîn ji bo 10’ê tîrmehê hate taloqkirin.