Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin 2023-05-08 13:17:07   RIHA - Malbata Şenyaşar di hefteya 777’emîn a çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê de ev peyam parve kir: “Heta ku ji bo hemû mexdûrên li ser vê axê dijîn edalet pêk were em ê ‘Nobeta xwe ya Edaletê’ bidomînin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye dest pê kirin di roja 777’an de berdewam dike.    Dayik Emîn Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê derketin û hatin ber deriyê edliyeyê li ber pankarta li ser “ji bo malbata Şenyaşar edalet” dinivîsî çalakiya nobetê da destpêkirin. Dayik Emîn Şenyaşar ji bo bi hevdîtina kurê xwe Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin çû Xarpêtê. Ferît Şenyaşar jî dê tev li mitînga ku Partiya Çepên Kesk saet di 14.00’an de li navçeya Halîliye ya Rihayê li dar bixe bibe.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hesaba Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etiket kir û ev peyam parve kir: “777’emîn roja lêgerîna me ya edaletê ye ku li Qesrên Edaletê ji holê hatiye rakirin. Dayika Emîne ji bo ku kurê xwe yê ‘dîl’ tê girtin hembêz bike di rêyên Girtîgeha Xarpêtê de ye…. Heta ku ji bo hemû mexdûrên li ser vê axê dijîn edalet pêk were em ê ‘Nobeta xwe ya Edaletê’ bidomînin.”