Çewlig ji mitîngê re amade ye 2023-05-08 13:39:36   ÇEWLIG - Namzetên parlamenteriyê yên ji bo mitînga ku dê Partiya Çepên Kesk sibê li Çewligê li dar bixe bang kirin wiha gotin: “Werin em kelecana hilbijartinê bi Çewligê re bibin fînalê.”   Partiya Çepên Kesk dê di 9’ê gulanê saet 14.00’an de li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Çewligê mitîngê li dar bixe. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, parlamenterê Çewligê Erdal Aydemîr, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Çewligê Omer Farûk Hulaku, Cemîle Tûrhalli Balsak û Farûk Aris weke axivîner tev li bibin.    Namzetên parlamenteriyê yên bajêr gelê Çewligê vexwendin mitîngê.    ‘EM BI GELÊ XWE RE BI HÊZ IN’    Yek ji namzetan Cemîle Tûrhalli Balsak, diyar kir ku di rojên beriya hilbijartinê kelecan zêde bûye û wiha got: “Coşa û bendewariya gel em gelekî bi kelecan kirin. Me dît ku civînên gel em çiqas xurt kirin. Em bi gelê xwe re bi hêz in û em ê vê hêza xwe di mitînga ku sibê bi tevlibûna Sezaî Temellî pêk were de bi awayekî xurt nîşan bidin. Tevlibûna mitîngê wê me bihêztir û moraltir bike. Ji ber vê ez sibê dayik, jin, ciwan hemû gelê me vedixwînim mitîngê.”   ‘ME TENÊ NEHÊLIN’    Yek ji namzetan Omer Farûk Hulaku jî da zanîn ku bi serdanên gund û navçeyan pirsgirêkên gel guhdarkirin û fînala xebatan bi mitîngekê li dar bixin û wiha got: “Em di rojên dawî yên hilbijartinê de ne. Di civîna me ya gel a di 9’ê gulanê de li ber partiya me were kirin me tenê nehêlin.”   ‘EM Ê COŞ Û KELECANÊ BIBIN LÛTKEYÊ’   Yek ji namzetan Farûk Aris jî wiha got: “Em xebatên xwe yên hilbijartinê mal bi mal gund bi gund, navçe bi navçe dimeşînin. Sibê li ber avahiya partiya me mitînga me heye. Coşa gelê me, me kelecan dike. Em dixwazin di civîna gel a sibê de coş û kelecana Çewligê bibin lûtkeyê. Ez gelê Çewligê vedixwînim civîna me ya gel ku sibê li Çewligê li dar bixin.”