‘Em xwedî li sindoqan derkevin’ 2023-05-08 13:53:00   ENQERE - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Enqereyê bi rojnamevanan re civiyan û banga xwedî derketina sindoqan kirin.    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Enqereyê, li hotelek Enqereyê bi rojnamevanan re di civînek taştê de civiyan. Namzetên parlamenteriyê û Parlamentera HDP’ê ya Eneqereyê Filîz Kerestecîgolû tev li civînê bûn.    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Enqereyê Emîralî Turkmen, Selma Gurkan, Îhsan Seylan û parlamentera HDP’ê Filîz Kerestecîoglû axivîn, bersiva pirsên rojnamevanan dan û banga xwedî derketina sindoqan û dengan kirin û destnîşan kirin ku ew ê bi xwedîderketina sindoqan bi ser bikevin.