Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin 2023-05-08 18:37:48     ŞIRNEX- Welatiyê bi navê Temer Temel ku di êrişa çekdarî de hatibû qetilkirin, bi girseyî hat definkirin. Li gundê Sertkarê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê welatiyê bi navê Temer Temel ê 50’î salî ku birayê serokê şaredarê BDP’ê yê Elkê yê bû, şevê din li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekdarî hat. Temel, di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Temer Temel ku ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Şirnexê,  li vir di rapora otopsiyê de derket holê ku bi du guleyan hatiye qetilkirin. Piştî dotopsiyê, cenaze bi tevlîbûna Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Bedirhan Osal, rêxistina HDP’ê ya bajêr û bi hezaran kesan bi konwoyeke dirêj ber bi gundê Setkarê ve hat birêkirin. Di dema definkirinê de xizmên Temel zêmar lewbandin. Piştre parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Îmîrê got ku der barê vê bûyerê de gumanên wan hene û got: ”Ev kes bi van bûyeran dixwazin ku tifaqa me xerab bikin. Ev gund 24 saetan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê temaşekirin. Lê mixabin hevalê me Temer nehat parastin. Ev jî gumanên me zêde dike. Heta ku ev bûyer ronî nebe em ê bişopînin û heq û hiqûqî wî biparêzin. Serê malbatê û gelê me saxbe.”