Li Edeneyê jinek hat qetilkirin 2023-05-08 21:08:39     EDENE – Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê jina bi navê Derya Şengul hat qetilkirin. Li navçeya Ceyhan a Edeneyê jina bi navê Derya Şengul li mala xwe mirî hat dîtin. Xizmên Şengulê ku heta wextekê xeber jê nergirtin, çûn mala wê ya li Taxa Îstiklalê. Xizmên wê gava ketin hundir dîtin ku Şengul li malê bi derba çeke miriye.   Xizmên Şengulê xebera polîsan pê xistin. Polîs û tenduristakar hatin cihê bûyerê. PIştî vekolînên li vir cenazeye dayika 2 zarokan Şengulê ji bo otopsiye rakirin morgê.